Yekemîn pêşengeha pirtûkan hat vekirin

0
31

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Minbicê yekemîn pêşengeha pirtûkan bi merasîmekê vekir. Ji gelek herêmên bakurê Sûriyê jî rayedar, nivîskar û rewşenbir beşdarî merasîma vekirina pêşengehê bûn. Wê pêşengeh sê rojan berdewam bike.

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Minbicê û gundewarên wê, yekem pêşengeha pirtûkan ku wê 3 rojan bidome, vekir.
Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Nezîfa Xelo, Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenber, endamên saziyên sivîl, bi dehan welatî û şandeyên ji kantonên Federaliya Bakurê Sûriyê û bajarê Tebqayê beşdarî merasîma vekirina pêşengehê bûn.
Di merasîmê de Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Mihemed Qebiritay, xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku vekirina vê pêşengehê cihê kêfxweşiyê ye.
Paşê li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê, hevserokê wê Ebûd Meqso axivî û got, “Ev pêşengeha pirtûkan a yekem ya li bajarê çand, helbest, helbestvanan û hezkirinê nirxên û çanda gelan nîşan dide.”
Piştî axaftinan, helbest ji aliyê helbestvan Ehmed El-Yûsiv û Muna Zekeriya hatin gotin. Her wiha kilamên ji kevneşopiya Helebê hatin pêşkêşkirin…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*