Bila dewleta Tirk ji xaka başûr derkeve

0
9

Aktîvîstên bajarê Seyîdsadiqê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Başûrê Kurdistanê dan û diyar kirin ku êdî dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê bi awayayekî fermî weke xaka xwe dibîne.
Aktîvîstên bajarê Seyîdsadiq ya ser bi bajarê Silêmanî li ser dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve axivîn û diyar kirin ku armanca dagirkeriya dewleta Tirk û rejîma Îranê talankirina dewlemendiyên sererd û binerd yên Başûrê Kurdistanê ye.
Aktîvîst Ednan Qadir: “Dewleta Tirk dagirkeriyê ji xwere kiriye çandek û neteweyên din jî jêr xwe dibîne. Partiyên Başûrê Kurdistanê ji ber berjewendiyên xwe yên taybet ser welatên herêmê dabeş bûne. Tiştek bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemaye. Lewra dewleta Tirk hewl dide Başûrê Kurdistanê dagirker bike.”
Aktîvîst Mihemed Şêx Nûrî: “Rejîma Îranê û dewleta Tirk ji bahara 1991’an ve heya niha di nava xaka Başûrê Kurdistanê de gef li gel dixwin. Armanca dewleta Tirk û Îranê talankirina dewlemendiyên sererd û binerd yên Başûrê Kurdistanê ye. Şermeke ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwe weke xwediyê vê axê nabînin û li hember dagirkeriya van welatan bêdengin. Dewleta dagirkeriya Tirk êdî xaka Başûrê Kurdistanê bi awayeke fermî weke xaka xwe dibîne. Ev yek gelek metirsîdare, divê em dawî lê bînin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*