Îran bi netewa demokratîk xweşik dibe

0
41

“Navê Îranê ji têgîna Aryen û ‘Welatê komên Aryen’ tê.” Bi gotinek din Îran pir reng e. Lê yên ku Îran’ê rêve dibin hewldidin Îran’ê bi yek rengî rêve bibin. “Yekparebûna çanda Rojhilata Navîn bi parçekeriya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst re di nava nakokiyeke bi kok de ye. Modernîte, li ser rastiyên jiyana hevpar qefesa ji hesin ferz dike.” Ev e jî xetere. Ji ber ku; “Potansiyela Îranê heye her kêlî parçe û dabeş bibe, lewma dewleta netewe ji bo wê weke bombeyeke atomê ye ku di binê wê de hatiye danîn. Mîlliyetgiriya Şîa bi awayekî dodar dewletdariya netewe dijwartir dike.” Hêza ku li herêma me bikaribe jiyanek pir rengî biafirîne, bêguman Îran e. Çanda pir rengî bêtir bi fikra netewa demokratîk dikare xweşik bibe. Em pir bi rehetî dikarin bêjin ku; “Teoriya neteweya demokratîk nexasim ji bo Îranê weke derman e ku divê rojane were bikaranîn. Çanda Îranê û gelê wê li dijî modernîteya kapîtalîst berxwedêr in, û bi tenê bi zêhniyeta neteweya demokratîk dikarin bigihîjin cîhana azad, wekhev û demokratîk a bi hesreta wê ne.”
Lê dewsa ku rêveberiya Îran vê rastiyê bibîne; him li gorî navê xwe, him li gorî rastiyên dîroka xwe, him jî li gorî rastiyên erdnîgariya me tevbigere, mixabin bi rê û rêbazên kapîtalîst modernîst ango zarokê wan yê pençeşêrî ango seretanî netew dewlet tevdigere. Ruxmê ku rastiya netew dewlet ji bo Îran ev e, rêveberên Îran bi her du destên wek putekî xwe li netew dewletê dialiqin û dev ji vê nexweşiyê bernadin. “Mirov dikare bibêje; xapandinên şaristaniyê û xapandinên milliyetgiriya Şîa di zikhev de baş bi kar tînin û heta di wê hêzê de ne, dikarin bi Çîniyan re bikevin pêşbaziyê. Îran bi rewşa xwe ya aktuel a li ber çavan mîna nexweşê sîstema global e, û bi îhtîmaleke mezin li ser rêya Iraqbûnê ye. Tevî ku mîna dewletên netewe yên din ên li herêmê faşîzma bi sazî bûyî temsîl dike jî, ji kêmûkurtiyên hegemonya DYE-YE sûdê werdigire û temenê xwe dirêj dike. Lê mîna yên din di nava pencê krîzê de ye, û ji bo rê li ber rewşeke kaotîk a Iraqwarî veke têra xwe xwedî potansiyel e.”
Ev gotin çiqasî rast in, îro em li geşadanên ku li Îran rû didin dibînin. Vaye du hefte ye ku Îran dikele. Û ev kelandin ê li ku derê bisekine hê jî ne diyar e. Lê eger rêveberiya Îran naxwaze ku Îran wek Irak û Suriyê lê were, pêwîste siyaseta xwe a bi yek rengî biterikîne. Pêwîste siyaseta li ser bingeha netewa demokratîk a ku îro li Federasyona Bakûrê Sûriyê de pêk tê, ji xwe re esas bigire.
Yek jî bêguman pêwîste ku rêveberên Îran serî de peywendiyên xwe bi gelê Kurd re li seranserê Kurdistan de rast daynin. Him li Sûriyê Esad gur nekin him jî peywendiyên xwe bi kesekî wek Erdoganê faşîst li berçavan derbas bikin. Pêwîste were zanîn ku li Rojhilata Navîn de, dijminê Îranê yê herî mezin bi hişmendiya Sunîgerî û tirkparêziya faşîst Erdogan e.
Bi hêviya Îraneke demokratîk!

Qasim ENGÎN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*