Dosya komkujiya Parîsê ji nûve vekin

0
41

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya 5. salvegera komkujiya Parîsê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê di daxuyniyê de wiha got, “Dewleta Tirk ev her sê jinên têkoşer bi zanebûn û bi plan qetilkirine. Ev komkujî ji aliyê Kurdan ve ronî buye. Dewleta Fransa li gorî normên huqûq û demokrasiyê rê bidin ku dadgeha Parîsê biryareke adil bide û dewleta Tirkîyê bê ceza kirin.”

KNK’ê berpirsyarên komkujiya Parîsê ku rêveberên dewleta Tirk in bi tundî şermezar kir û got, “Heta ku heq û hiqûq, dad û edalet bi cih were, em ê vê dozê bişopînin.”
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya 5. salvegera komkujiya Parîsê, ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK’ê bi bîr xist ku sê jinên Kurd li navenda Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) ve hatin kuştin û got, “Dewleta Tirk ev her sê jinên têkoşer bi zanebûn û bi plan kirine hedefa xwe û kuştin. Qetilkirina van jinan ji aliyê kesayetî ve, hem ji aliyê demî ve hem jî ji aliyê mekanî ve tesadufî nebû.”
KNK’ê işaret bi rola pêşengiyê ya jinan a di nava têkoşîn azadiyê ya Kurdistanê de kir û ragihand ku Sakîne Cansiz jî di nava vê têkoşînê de sembol e.
Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin, tevî ku 5 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, dewleta Fransayê hê perdeya li ser kiryarê ranekiriye û bal kişand ser îtirafên rêveberên MÎT’ê yên di destê PKK’ê de ne, ku eşkere kirin, komkujî bi fermana hikumeta Erdogan ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Fransayê di vê pirsê de di nav xeletiyeke mezin de ye. Îstixbarata Fransayê, hikumeta Fransayê, dadgeha Fransayê gelek eşkere dizanin ku MÎT’ê ev kiryar kiriye û dewleta Tirk sûcdar e. Ev kiryar ji aliyekê ve tecawuza li ser dewleta Fransayê ye lê mixabin dewleta Fransa ji ber berjewendiyên ekonomîk ên digel dewleta Tirk, xwe nade ber ronîkirina vê kiryara terorane ya li ser axa xwe.”
KNK’ê destnîşan kir ku ji aliyê Kurdan ve kiryar ji hemû aliyan ve ronî û zelal e û Kurdan bi hemû zanîn û belgeyan ve dewleta Fransa agehdar û serwext kirine.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “KNK di salvegera pêncemîn a vê komkujiya sê tekoşerên jin ên Kurd de bi girîngî daxwazê ji dewleta Fransa dike ku dosyaya kuştina Sakîne, Fîdan û Leylayê li gorî normên huqûq û demokrasiyê bidine vekirin û rê bidin ku dadgeha Parîsê biryareke adil bide û dewleta Tirkîyê bê ceza kirin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*