Wê filma YPG’ê bikşîne, xelat stend

0
7

Derhênerê bi eslê xwe Tirk lê hemwelatiyê Almanyaye Fatih Akin, ku berî demekê gotubû ez ê fîlmekî li ser YPG’ê bikşînim, xelata Kureya Zêr stend.
Îsal xelatên fîlm û rêzefîlman ku ji bo fîlm û rêzêfîlmên herî baş tên dayin û wekî rêça ku diçin xelatên Nobelê tên dîtin yên Kureya Zêr cara 75. hatin li darxistin.
Mersîma xelatê li eyaleta Beverly Hillsa bi ser Kaliforniya ya Amerîkayê ve hatinlidarxistin. Derhêner Fatih Akin jî bi fîlmê xwe yê bi navê ‘In The Fade’ layiqî xelata Filmê herî baş yê bi zimanê biyanî hat dîtin. Akin xelata xwe tevî lîstikvan Diane Kruger ku di fîlmê wî de lîstibû wergirt.
Fatih Akin berî bi çend mehan li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneyekî şervana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) belav kiribû û diyar kiribû ku fîlma wî ya nû dê di derbarê Rojava û şervanên YPG’ê de be.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*