Parlamentoya Îngîltereyê ji bo Kerkûkê dicive

0
8

Hat ragihandin ku Parlamentoya Îngîltereyê ji bo êrişa milîsên Heşdî Şebî û hêzên Iraqî yên li ser Kerkûk û herêmên din wê civîneke taybet li dar bixe.
Rojnameya The Guardian a Îngîltereyê bi raporeke ku amade kir ragihand ku dibe Parlamentoya Îngîltereyê derbarê êrişên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê li ser herêmên başûrê Kurdistan yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û dagirkirina Kerkûkê û rola Londonê di wan bûyeran de civîneke taybet li dar bixe.
Li gorî nûçeya The Guardianê Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn ê hikûmata Îngîltereyê ji bo civînê hatiye vexwendin.
Li gor îdîayên rojnamê dispêre wezîrekî berê yê Îngîltereyê, bi awayekê nerasterast destê Îngîltereyê di dagîrkirina Kerkûkê de heye û bi piştgiriya ji hikûmeta Îraqê ya di wê mijarê de, kurdên hevalbendên xwe lawaz kiriye û alîkariya Tehranê jî kiriye ku desthilata xwe li Iraqê berfirehtir bike.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*