NY’yê derbarê Şêx Meqsûd de raporek weşand

0
27

Netewên Yekbûyî (NY) derbarê rewşa taxa kurdan a Şêx Meqsûd a li Helebê de raporek wşand û ragihand, li taxa Şêx Meqsûd hewcedariya nêzî 65 hezar kesî bi alîkariyên mirovî ên lezgîn heye.
NY’yê di rapora ku weşand de diyar kir ku, tîmên wan ji bo cara ewil ji destpêka şerê li Sûriyê ve karibûn derbasî taxa Şêx Meqsûd bibin û da zanîn, nêzî 65 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in li taxa Şêx Meqsûd pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye. Di raporê de hat diyar kirin, ji bo xizmeta tendurustiyê bikin wê 2 tîmên bijîşkî yên gerok bişînin taxê.
Di raporê de bal hat kişandin li ser girîngiya alîkariya ji bo taxa Şêxmeqsûd, hat diyar kirin ku hemû rêyên ku diçin taxê gelek xirabin. Her wiha di rapêre de hat gotin ku di taxê de pirsgirêka elektrîkê heye û ji bo 50 nexweşî tenê odeyeke nexweşxaneyê dikeve.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*