Tirkiye bi gavên mezin ji YE’yê dûr dikeve

0
8

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claude Juncker ragihand ku eger Tirkiye bixwaze nêzîkî Yekîtiya Ewropayê bibe em ê alîkariya wê bikin.
Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claude Juncker di axaftina xwe ya çapemeniya Bulgaristanê de got: “Divê em axaftina xwe ya bi Tirkiyê re bidomînin. Tirkiye bi gavên mezin ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve, lê eger bixwaze nêzîk bibe helbet em ê alîkarî bikin.”
Ji aliyê din ve hem hevdîtina serokê rêjîma Tirk Erdogan a bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û hem jî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mewlûd Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel re di teqîba Brûkselê de bû.
Juncker di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di şert û mercên heyî de ne mimkin e Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*