Min li Rojava tu zilm nedît

0
34

Yek jina Fransî ku Emille Konig ku beşdarî DAIŞ’ê bûbû û ji aliyê şervanên YPG’ê de hat girtin li hember îdiayên ku wê li Rojav îşkence dîtiye got, “Min tu êşkence û zilm li vir nedît.”
Emilie bi riya internetê kesekî din nas dike û bi ji bo ku were Sûriyê pê re dizewice. Emilie destpêkê xwe digihîne Stenbolê, piştre tê bajarê Kilîsê û di deriyê sînor ê Bab El-Selamê yê li bajarê Ezazê derbasî Sûriyê dibe.
Emilie îdîa dike ku bi riya internetê DAIŞ nas kiriye û perwerde dîtiye. Di sala 2013’an de bi riya Ebû Mihemed El-Endonesî yê Mexrîbî tevlî DAIŞ’ê bûye.
Li gorî agahiyên ji Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê, Emilie di nava DAIŞ’ê de navê Semra li xwe dike, fêrî zimanê Erebî dibe û 3 caran jî dizewice. Karê wê yê sereke di nava DAIŞ’ê de propagandaya li ser medyaya civakî bû. Wê bi riya dîmenên ku li ser internetê belav dikir banga tevlîbûna di nava DAIŞ’ê dikir.
Konig di 12’ê kanûna 2017’an de li ser agahiyên îstîxbaratî bi operasyoneke ji aliyê Yekîneyên Antî Teror yên YPG’ê ve hate girtin. Konig yek ji kesên ku hemû welatên cîhanê dixwazin wê bigrin e. Ev demeke dezgehên çapemeniyê yên Fransayê dibêjin ku Emilie Konig tê êşkencekirin. Emilie bersiva van îdîa da û hemû nûçeyên di vî aliyî de hatine weşandin, derewand.
Konig anî ziman ku dema ew li bajaroka Holê, li kampa koçberan dima hemû pêwistiyên wê yên jiyanî bi cih dihatin û got: “Dema ez li Kampa Holê bûm di lêpirsîna min ya destpêkê de tenê pirs ji min hatin kirin û wêneyên min kişandin. Ev lêpirsîn bi giştî saetek an du saet dirêj kir. Lêpirsîn asayî bû, wekî lêpirsîna asayîşa li welatê min e. Pirs û bersiv e, her tişt asayî ye Piştî wê em derbasî nava konan bûn. Min tu êşkence û zilm nedît.”…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*