Şervanan derbên giran li çeteyan dan

0
31

Çeteyên DAÎŞ’ê li gundê El Behrayê darbeyên giran xwarin. Şervanan li vê derê 3 balefirên keşfê yên şervanan xistin.
Di pêngava Bagera Cizîrê de ya ku 120 roj in berdewam dike, çeteyên DAÎŞ’ê ji bo ku temenê xwe dirêj bikin, êrîşî çeperên QSD dikin.
Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser çeperên şervanên QSD’ê yên li gundê El Behra. Ev gund 44 km li başûrê rojhilate Meyadînê û 3 km jî li bakurê Hecînê ye . Di navbera şervanan û çeteyên DAÎŞ’ê de şer û pevçûnên giran çêbû.
Çeteyan di vê êrîşê de balafirên keşfê û çekên giran jî bi kar anîn. Şervanan 3 balafirên keşfe jî bi keleşan anîn xwarê û 3 hawanên wan îmha kirin.
Di encama şer û pevçûnan de 27 çete hatin kuştin, 3 balefirên keşfe, Espîçîno (SPG), hawanek û guleyên vê, 5 keleş ket destê şervanan.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*