MSD Meclîsa Rûspiyên Helebê ava dike

0
30

MSD amadekariyên avakirinaʺMeclîsa Şêx û Rûspiyên Helebêʺ li bajarê Helebê dike.
Buroya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) a bajarê Helebê, bi armanca avakirina Meclîsa Şêx û Rûsipiyên Helebê û xurtkirina têkiliyan û yekbûna hemû alî û pêkhateyên Helebê civînek li Buroya Kombûna Oldaran, li dar xist.
Di civînê de, bi dehan rûspî û şêxên eşîreyên Helebê her wiha malbatên Idlibê yên koçberî taxên rizgarkirî yên Helebê bûne û nûnerên oldarên Xiristyan û Êzidî yên Helebê, kesayetên navdar ên civakê û nûnerên TEV-DEM, partiyên siyasî, amade bûn.
Di civînê de rayedarên MSD’ê, TEV-DEM’ê û rûspî axivîn. Kesên ku axivîn bal kişandin li ser rola rûspiyên eşîran ya pêşxistina têkoşîna azadiyê ya gelan.
Di axaftinan de hat gotin ku yekîtiya pêkhateyên Şêxmeqsûd hîşt ku ku li hemberî zêdeyî 27 komên terorîst berxwedan werê meşandin û serkeftinê pêk were.
Kesên ku axivîn spasiya hemû beşdarên ku tevlî avakirina Meclîsa Şêx û Rûsipiyên Êlên Helebê bûne, kirin. Tê payîn ku wê meclîs di demeke nêz de werê avakirin…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*