KCK: Hesab wê bê pirsîn

0
17

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd soz daye ku wê tola Komkujiya Parîsê hilîne û diyar kir, bi girtina rêveberên MÎT’ê re komkujî hatiye ronîkirin. KCK’ê wiha got, “Çend sal ji ser vê komkujiyê derbas dibe bila bibe, ew ê hesabpirsîn bidome.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd soz daye ku wê tola Komkujiya Parîsê hilîne û diyar kir, bi girtina rêveberên MÎT’ê re komkujî hatiye ronîkirin.
KCK’ê destnîşan kir ku kujerê komkujiya Parîsê Omer Guney ji bo neaxive li girtîgehê hatiye kuştin û ragihand, komkujî bi kontrola Sabahattîn Asal hatiye kirin û Tayyîp Erdogan bi xwe fermana komkujiyê daye.

MÎT’Ê KOMKUJÎ KIR

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hat gotin, “Di ser komkujiya Parîsê re 5 sal derbas bûn. Tevgera Azadiyê ya Kurd soz dabû ku wê tola vê komkujiyê hilîne. Tetîkêşê komkujiya Parîsê ji bo neaxive li girtîgeha Fransayê hate kuştin. Lê belê tevî vê yekê jî plansazên komkujiya Parîsê nekarîn xwe veşêrin. Tevgera Azadiyê ya Kurd du rayedarên payebilind ên MÎT’ê bi operasyoneke serketî girt û şîfreyên komkujiya Parîsê eşkere kir. Serokkomarê heyî Tayyîp Erdogan bi xwe fermana komkujiyê daye Hakan Fîdan û Hakan Fîdan jî bi rêya yek ji berpirsyarên MÎT’ê Ûgûr Kaan Ayik ev komkujî plan kir û da kirin. Ûgûr Kaan Ayik serokê daîreyekê ye ku bi ser Sabahattîn Asal ve ye, ku tevlî hevdîtinên Îmralyê dibû. Ji xwe ji belgeyên bi deng û nivîskî yên beriya niha derketin holê eşkere bû ku ev komkujî ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin. Endamên MÎT’ê yên hatin girtin, di îfadeya xwe de ev belge piştrast kirin û zelal bû ku komkujî ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin. Ya ku ev yek pêk anî, çalakiyên rojên Çarşemê yên li Parîsê yên tevgera jinê û şopandina bi israr a Tevgera Azadiyê ye.”
KCK’ê diyar kir ku PKK’ê di dîroka xwe ya têkoşînê de ti sûc bê ceza nehiştiye û cezakirina êşkencekarê zindana Amedê Esat Oktay Yildiran, îtirafkar Şahîn Donmez û Yildirim Merkît weke mînak nîşan da.

HELWESTA FRANSAYÊ DÛRÎ JI EXLAQÊ YE!

KCK’ê destnîşan kir ku berdêla kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji bo desthilatdariya AKP’ê giran e û wiha dewam kir:
“Karên MÎT’ê yên li dijî Tevgera Azadiyê bi giranî hatin têkbirin û sûcdariya desthilatdariya AKP’ê hatiye îspatkirin. Derketiye holê bê kî li Ewropayê terorê dike. Serokkomarê Fransayê di hevdîtina xwe ya li gel Tayyîp Erdogan de got, ‘em ê li dijî terorê têbikoşin’. Bi vê daxuyaniya xwe nîşan daye bê çiqasî du rû û dûrî ji exlaqê tevdigere. Serokkomarê Fransayê malovanî ji sûcdarekî re kiriye ku li navenda Parîsê komkujî kir. Ev yek bi rengekî vekirî, xelatkirina terora dewletê ye. Eger rêveberiya Fransa di têkoşîna dijî terorê de ji dil be, bila destpêkê bi pêsîra Tayyîp Erdogan û rêxistina îstîxbarata Tirk bigire ku li navenda Parîsê komkujî kirin.”

EM Ê HESABPIRSÎNÊ BIDOMÎNIN

Tevgera me ya Azadiyê wê ji desthilatdariya AKP’ê û berpirsyarên vê komkujiya Parîsê hesabpirsînê bidomîne. Çend sal ji ser vê komkujiyê derbas dibe bila bibe, ew ê hesabpirsîn bidome. Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ya ku hesreta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bû, ew ê teqez pêk were.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*