Kampa Şehba li benda alîkariyê ye

0
10

Di rewşên şer de jiyan, debar û xwedîkirina zarokan ne hêsan e. Penaberên li kampa Şehba ku ji bo ewlekariyê ji cihên xwe derketin e, rûbirûyî gelek pirsgirêk û zehmetiyan in. Li kampa Şehba gelek gazinc û çîrok hene.

DI KAMPÊ DE
PERWERDE

Rehef Ebdula yek ji mamosteyên kampa Şehba ye, li ser rewşa perwerdê li kampê axivî û got: Di kampê de sê mamoste û 230 şagirt hene. Ji ber rewşa aborî ya ne baş gelek caran hin şagirt nayên dibistanê. Ji ber vê asta şagirtan û xwendinê ne baş e. Di vê dawiyê de pêdiviyên dibistanê li şagirtan hat belavkirin. Perwerde bi zimanê erebî tê dayîn lê bi giştî şagirt û malbat girîngî nadin xwendinê. Li gorî sala par gelek guhartin di şêwazê rêxistinkirinê de çêbû ye. Perwerdekirina şagirtan di kampê de gelek moral dide xwediyên zarokan. Lê gelek pirsgirêk ji aliya şagirtan ve hene, em hewl didin sîstema nû ya perwerdê bidin meşandin. Rehef Abdula bal kişand ser girîngiya perwerdekirina mamosteyan jî û got: Pêwîstiya me bi perwerdê heye. her wiha komîteya perwerdeya civaka demokratîk li Şehba bi xemsarî nêzî rewşa mamoste û şagirtan dibe û kêm caran dibe alîkar.

WÊ GELEK NEXWEŞÎ DERKEVIN
Dayîka Ehmed ya 75 salî yek ji dayîkên ku şerê Sûriyê ew penbar kiriye û bê kes hiştiye niha li kampa Şehab dimîne, çîroka xwe wiha ji me re got: Ji bo ewlekariyê em ji Reqayê koçberî herêmên ewle bûn. Ev nêzî salekê ye ez li kampê jiyan dikim û şêniyên kampê bi min re dibin alîkar. Lê rêveberiyên kampê hinek xemsar nêzî şêniyên kampê. Ez bi tenê di bin çadirekê de bê ronahî dijîm. Ez bi xwe ji bajarê Iskendiriyê ya Misrê me bû 40 sal in ez li Reqa dijîm. Piştî şerê rizgarkirina Reqayê ez bi hevalên xwe re hatim kampa şehba. Ji bo derbaskirina zivistanê sobe û bêrîn ji me re hat. Tevî ku zehmetiyan dîsa bi ewlekariya li kampê jiyan baş e.

PIRSGIRÊKA EWLEKARIYÊ

Elî Ebid Rehman ji gundê Umhoşê yê girêdayî Şehba ye li ser tendirustî û ava vexwarinê li kampê axivî û got: Ava ku em vedixwin ne paqij e û gelek nezxweşiyan çêdike. Heger rewşa kampê wisa derbas bibe wê gelek nexweşî jî derkevin. Rewşa perwerdekirina zarokan jî ne li gorî ku tê xwestin e. Divê girîngî ji mamosteyan kampê re bê dayîn ji ber li kampê jî nifşek nû mezin dibe. Bi taybet zarokên di nav şer û rewşa koçberiyê de jiyan kirine divê hinekî li ser wan baş bê sekinandin.

JIYAN GELEK
ZEHMET E

Rêveberê komînê li kampa Şehba Yehiye Begarî jî bang li Rêveberiya kantonê kir ku hinekî girîngî bidin rewşa kampa şehba û got: Rewşa li kampê ne baş e. Penbarên ku li kampê ji hemû bajarên Sûriyê hatine. Gelek caran em daxwazên penaberan bi Rêveberiyê kampê re parve dikin, lê em sûd nagirin. Penaberên li kampê dimînin tenê ji bo ewlekariyê man e. Ji ber ku gelek pirsgirêk hene. Gelek pêdiviyên zivistanê kêmin, rewşa perwerdê ne baş e, rewşa tendirustî û paqjiyê jî lawaz e. Ji lewra em bang li sazî û komeleyên mafê mirovan dikin ku alîkariyê bidin panaber û koçberan.
PIRSGIRÊKA NAN HEYE
Xade Ehmed bi temenê xwe nêzî 60 saliyê ji Til Demanê ye got: Ji bo ewlekariyê û parastin malbetên xwe me berê xwe da kampê. Em gelekî serbest dijîn û rewşa kampê bi ewle ye, lê debara jiyana rojane zehmet e. Em di zeviyan de kar dikin. Gelek kes li kampê hewceya wan bi kar heye. ji her kesekî re rojê sê nan tê belavkirin û carainan roja înê nan nayê belavkirin.

Avşîn IBRAHÎM- Dilar ELO

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*