Sewalvanî di pêşxistina aboriyê de cihekî girîng digire

0
32

Bi armanca tevgerkirin û pêşxistina aboriya Herêmê û pêşkêşkirina pêdiviyên kedî kirina sewalan, her wiha parastina dewlemendiya wan rêveberiya Giştî ya Kedîkirina Sewalan a Herêma Cizîrê ji bo xebatek şênber, komîteya Berhemên Sewalan a girêdayî navendê dermanên pêwîst ên ji bo sewalan bi buhayên kêmî bazaran pêşkêş dike.
Têkîldarî mijarê Hevserokê giştî yê Kedîkirina sewalan a bajarê Amûdê girêdayî kantona Qamişlo Ebdil Elrehîm Umer ev agahî dan: “Di serjimêriya sewalan a 2016’an de rewşa giştî ya çandiniyê wekî (Sewlan, bîr, çavkaniyên avê û hemû cureyên çandiniyê)çêbû. Û di sala 2017’an de jî bi armanca danesîn û şopandina rewşa kesên sewlan kedî dikin, Komîteya sewaldariyê bi hevkariya Komîteya Çandiniyê û aboriyê ji komînan re civînv ûsemînerên hişyar kirinê li darxistin. Di civînê de wek lîsteyek ji hijmara sewlan hate çêkirin û formek ji 20 navan pêk tê çêkirin, her wiha forme nav, paşnav, cih û hijmara sewlan diyar dike û li gorî sewalên di gunde heye tê belav kirin.”

KEDÎKİRİNA
SEWALAN

Umer diyar kir ku armanc ne tenê hijmara sewalane, lê belê erka vê komîtê ku rewşa kesên sewalan kedî dikin bişopînin û pêdiviyên pêwîst pêşkêş bikin. Bi alîkariya Bijîşkên sewalan nexweşiyên sewalan derman dikin û derziyên pêwîst wek(Cederî)peyda dikin.”
Umer derbarê kedîkirina mirîşkên xwezayî de pişt rastkir ku komîte hemû pêdiviyên elektirîk û mazotê beyda dike, ji ber ku kargeha mirîşkan hewceya wan bi 24 saetan ronahî heye. Umer wiha domand: “Wek tê zanîn ku navenda giştî ya Sewaldariyê li bajarê Amûdê ye, her wiha şaxên wê li (Dirbêsiyê, Şedadê, Til Birak, Til Hemîs, Qamişlo û Tirbespiyê) her wiha hin navendên din li bajaran têne aktîfkirin. Mîna van komîtan di hundirê saziyên çandiniyê de hene, wek bajarên mezin du komîte û bajarên biçûk mîna Til Hemîs, Til Birak û Zergan komîteke.”

ARMANC
ALÎKARÎ YE

Umer da zanîn ku li navenda Sewaldariyê hemû cureyên derman û vîtamînên sewalan hene û bi armanca alîkariya kesên sewalan xwedîdikin, buhayên wan ji 600 kirin 300 PS, her kîlo bi 200 PS dike. Di her komînekê de komîtak heye û xwediyên sewaln ji bo derman û vîtamîna bi dest bixin agahdar dikin. Ku buhayê wan li bazarê bi 500 PS’î ye lê, li navenda sewaldariyê wek alîkariyê tê belavkirin û ev derziyana jî di riya komîtên li şaxên bajaran têne belavkirin, her ampulek derzî têra 200 serî pez dike.”

PÊWÎSTE
DESTURNAME
Jİ ME BİGRİN

Umer da zanîn ku her kesê xwedî Bistan ango kargehên mirîşkan û xaneyên dewaran, pez û masî pêwîste ji navenda giştî ya sewaldariyê desturname bigrin. Da ku hemû pêdiviyên wek elektirîk, elef, mazot û derman bigrin û kesên ku desturê ji me negre wê ji van alîkariyên bê par bimînin.”

DEMA DESTÛRÊ
Bİ DAWÎ BÛ

Ebdil Elrehîm Umer bal kişan ser hijmara desturnameyên kilînîkên Beyteriyê û wiha got: “Ku heya niha 88 kilînîkên beyteriyê ya Herêma Cizîrê û11depoyên derman desturname wer girtine. Umer wiha axaftina xwe dewam kir: “ku navenda giştî ya sewaldariyê bi alîkariya Komîteya Tendrustiyê û Yekîtiya Bijîşkên Beyterî re, li depoya bi navê Elaa ya taxa Kornîş a bajarê Qamişlo dermanên dem bûrî hatin dîtin û xwediyê wê li gorî rêgez û zagonên navendê hate cezakirin.”

LABORATÛAR
HATIN VEKIRIN

Hevserokê giştî yê Kedîkirina sewalan li bajarê Amûdê a girêdayî kantona Qamişlo Ebdil Elrehîm Umer di dawî de ev tişt anî ziman: “Li navenda giştî Laboratuar a sewalan vebûye. Umer bang li kesên ku sewlan kedî dikin kir ku ji bo parastina dewlemendiya sewelan serdana laboratuarê bikin.” Ronahî/Amûdê

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*