Emê DAIŞ’ê li rojhilatê Dêrazorê tune bikin

0
18

Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah diyar kir ku Pêngava Bagera Cizîrê didome û da zanîn ku ew ê dawî li hebûna DAIŞ ya rojhilatê Dêrazorê bînin. Lîlwa wiha got, “deverên ku me ji DAIŞ rizgarkiriye em ê biparêzin. Di demeke nêzîk de emê mizgîniya rizgarkirina rizgarkirina rojhilatê çemê Firatê ji DAIŞ′ê ragihînin.”

Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah got, “Pêngava Bagera Cizîrê didome, em ê hebûna DAIŞ’ê li rojhilatê Dêrazorê bi dawî bikin.”Lîlwa wiha got, ″Mizgîniya rizgarkirina rojhilatê çemê Firatê nêze.″ Derbarê pêşketinên dawî yên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê de, Berdevka Fermî ya Pêngavê Lîlwa Ebdullah axivî û diyar kir ku Pêngava Bagera Cizîrê bi du baskan didome.
Lîlwa Ebdullah wiha got, ″operasyona rizgarkirina gundê Behra yê dikeve rojhilatê bajarê Bûkemalê didome. Em ê hebûna DAIŞ′ê li rojhilatê Dêrazorê bi dawî bikin.″
Lîlwa da zanîn ku piştî ku gundê Ebû Hemam bi temamî hat rizgarkirin û gelek çete hatin kuştin, moralê çeteyan şikest û wiha dewam kir, ″Çeteyên DAIŞ′ê beriya ku ji gund derkevin, gelek kolan û mal bombe kirin. Şervanên QSD′ê niha xebata paqijkirina gund ji bermahiyên çeteyan didomîne.″

ÇETE DERBÊN
GIRAN DIXWIN

Lîlwa destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ′ê ku derbên giran dixwin êrîşî noqteyên QSD′ê dikin û anî ziman ku çete bi van êrîşan hewl didin çeteyên ku li hin herêman di bin dorpêça şervanan de ne xelas bikin.″

BI HEZARAN SIVÎ
HATIN RIZGARKIRIN

Derbarê rewşa sivîlan de Lîlwa wiha axivî, ″Çeteyên DAIŞ′ê destûr nedidan ku welatî xwe bigihînin herêmên bi ewle û wan wekî mertalên zindî bi kar danîn. Lê tevî vê yekê ji destpêka Pêngavê ve, bi hezaran sivîlan gihandin herêmên ji aliyê QSD′ê ve hatin rizgarkirin. Piştî ku warên sivîlan ji aliyê QSD′ê ve têne rizgarkirin, sivîl vedigerin warên xwe.”

MIZGÎNIYA RIZGARKIRINÊ NÊZÎKE

Di dema dawî îdîayek hat belavkirin û hat gotin ku eger bêdengiya navneteweyî li hember êrîşên li ser Efrînê bidome, wê QSD′ê ji herêmên rojhilatê çemê Firatê vekişe. Derbarê vê îdîayê de Lîlwa wiha got, ″Wek QSD′ê, em destekê ji tu alî naxwazin û herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin bernadin. Mizgîniya rizgarkirina rojhilatê çemê Firatê ji DAIŞ′ê nêzîke…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*