Gelên Sûriyê dagirkeriyê qebûl nakin

0
17

Meclîsa Sûriyê Demokratîk MSD bi armanca nirxandina êrîşên li ser Efrînê bi rûspiyên Ereb ên Hesekê, Hol, Şedadê û Dêrazor re civînek lidarxist. Di civînê de rûsipî û şêxên eşîrên Ereb dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser axa Sûriyê şermezar kirin û bang kirin ku gelê Sûriyê li hember êrîşan bibin yek.

Meclîsa Sûriyê Demokratîk MSD’ê bi armanca nirxandina geşedanên li Efrînê rû didin bi rûspiyên Ereb ên Hesekê, Hol, Şedadê û Dêrazor re civiyan.
Di civînê de rûspiyên eşîreyên Ereb, Hevseroka MSD’ê û Endamê Desteya Rêveber a MSD‘ê Hikmet Hebîb amade bûn.
Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed di civînê de axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî herêma Efrînê çekên di asta navdewletî de qedexekirî bi kar tîne û got, “Ev du hefte ye herêma Efrînê rastî êrîşên dijwarên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê. Di van êrîşan çekên qedexekirî têne bikaranîn. Dagirkeriya Tirkiyê bi hinceta parastina sînorê xwe êrîşan pêk tîne. Heger Erdogan bi navê parastina sînor êrîş dike, di demekê ku ji bo darigikirina herêmên me planan dike.”
Hevseroka MSD‘ê daxuya kirin ku Erdogan û terorîstên wî li Efrînê li pêşberî çavên her kesî komkujiyan pêk tîne, lê tu kes dengê xwe nake an jî derbarê kuştina sivîlan û zarokan de lêpirsînê venake.
Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi hêza gelê Efrînê wê dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê têk biçe.
Piştî axaftinan rûspiyan daxuyaniyek dan.
Şêxê eşîreya El-Seyad Macid El-Erak daxuyanî xwend.
El-Erak got, ”Em piştgiriya xwe ya QSD‘ê re tekez dikin. Di heman demê de em êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar dikin û em bang li gelê xwe dikin ku li hemberê êrîşên ser herêmê hevgirtina xwe xûrt bikin.”…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*