Ji bo serkeftina Efrîne dua kirin

0
15

Roja înê di mizgeftên Başûrê Kurdistanê de xûtbeya ji bo serkeftina Efrînê hatin dayîn.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja 14’emîn de didome. Li Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûna li hemberî van êrîşan berdewame. Di gelek mizgeftên bajarê Silêmaniyê de ku nimêja roja Înî hate kirin, ji bo serkeftina Efrînê dua hatin kirin.
Meleyê mizgefteke li Silêmaniyê Nadir Elî di xudbeyê de qala zulma dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd kir.
Mele Nadir Elî bal kişande ser zilma ku li Kobanê hatî kirin û niha li ser gelê sivîl ê Efrînê tê meşandin û diyar kir ku li dijî gelê Kurd dibin navê Îslamê de zilm tê kirin.
Mele Nadir Elî nerazîbûn li hemberî ew meleyên ku binavê ola Îslamê piştgiriya zulma dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd dimeşîne jî da.
Her wiha li gelek mizgeftên din jî di nimêja roja Înê de nerazîbûn li hember zulma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û bi taybetî Efrînê dimeşîne hate nîşandan.
Meleyan di xutbeyê de ji gelê Kurd daxwaz kir ku her tişta ji destê wan tê li dijî zulmê rawestin û li gel xwişk û birayên li Efrînê cih bigirin…ROJNEWS

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*