Dewleta dagirker sivîlan qetil dike

0
19

Dewleta Tirk ya dagirker û tevî çeteyên hevkarên xwe ev du hefte ye bê navber êrîşên xwe yên li ser herêma Efrînê didomîne. Dewleta dagirker ya ku hemû pîvanên şer û hiqûqa navnetewî binpê dike serî li hemû rêbazên qirêj û der mirovî dide.

Ji rêveberên nexweşxaneyên Efrînê, doktor Ciwan Mihemed hejmara birîndar û şehîdên sivîl ji roja destpêka êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Efrînê ta roja îro eşkere kir.
Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn hejmara şehîd û birîndarên sivîl ên 14 rojên êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Efrînê, eşkere kir.
Mûdirê nexweşxaneya Avrînê û yek ji rêveberên nexweşxaneyên Efrînê, Ciwan Mihemed destnîşan kir ku hemû doktor û kadroyên tenduristî ji bo rizgarkirina sivîlan ku artêşa Tirk bi hemû cûreyên çekan êrîşe wan dikin, 24 saetan li ser karê xwe ne.
Ciwan Mihemed desnîşan kir ku ji roja destpêka êrîşa li dijî gelê sivîl ê kantona Efrînê heta roja 2`ê sibatê, 127 sivîl şehîd bûn û 168 sivîlên din jî ku piraniya wan jin û zarok in birîndar bûn. Mihemed anî ziman xebatên wan ji bo rizgarkirina sivîlan dewam dike…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*