Teqeze wê têk biçin

0
298

Mirovahî deyndarê Kurdan e. Cîhana îslamî herî hindik, du caran deyndarê Kurdan e…Tirk, di tevahiya dîroka xwe de deyndarê Kurdan e
Mirovahî, di têkbirina çeteyên DAIŞê de deyndarê Kurdan e. Doh bû ciwanên Kurd, li dijî dijminên mirovahiyê destan nivîsîn, nirx û rûmeta mirovahiyê parastin, qesrên paytextên Ewropa lehengên Kurd kirin mevan. Koban jî wek bajarê şehîdan binav kirin.
Cîhana îslamî; yek, di dema Selahaddînê Eyyûbî de; du, di dema Eba Muslimî Xoresanî de deyndarê Kurdan e. Tirk, bi saya Merwaniyan, li dora Bursa cîwar bûn, bi xêra Kurdan, Îran têk birin, bi xêra Kurdan bûne xanedan, bi saya şecereya ku Idîrîsan ji Sultan Selîm re amade kirin bûne xelîfe; Kongreya Erziromê, ya Siwasê bi saya Kurdan hatin pêkanîn; Komara Tirkiyê bi saya Kurdan hate damezrandin. Çîroka dirêj e, em kin lêdidin… Bêbextî, rûreşî bûye darmêveya cîhanê, weytî jarê ye!..
Em derbas dibin; roja ku hun vê nivîsê bixwînin, dagirkeriya Dewleta Tirk ya li ser Efrînê wê bikevê roja 20. Dewleta Tirk, bi çeteyên DAIŞê, xezebek li cîhanê, li Rohilata Navîn barand. Tevahiya îstîxbaratên cîhanê, saziyên mafên mirovan, akademiyên stratejîk û pisporên siyasî, baş zanin ku dewleta Tirkiyê-AKP, bav û dayika DAIŞê ne. Îro jî, bi hev re êrîşî Kurdan dikin, dixwazin tolê hilînin û çeteyên DAIŞê car din zindî bikin.
Dewleta Tirk, di 6 rojan de artêşa Yenanîstan, hêzên Kibrisê têk birin, nîvê giravê dagir kirin. Dewleta Tirk, bi hemû hêza xwe ya erd û ezman, bi teknîka pêşketî û 35 komên çeteyên terorîst, 20 roj in, li herêma Efrînê biqasî kîsoyekî med ne standin e. Kîso temen dirêj e, lê dewleta Tirkiyê bi êrîşa Efrînê temenê xwe kin kir. Wê têk biçe.
NATO, Rusya û Emerîka hevkarên Tirkiyê ne. Mixabin!..
Kurdan DAIŞê têk bir. Roja ku çeteyên DAIŞê ji Reqayê hatin paqij kirin û bedena DAIŞê, li kevirê teneşîrê hate dirêj kirin, dewleta Tirk û Erdogan, bûne xwê û ketin agir. Qîr dan û ji her alî ve; eskerî, dîplomatîk, siyasî, psîkolojîk, şantaj jî di nav de êrîşî Kurdan kirin. Li Musilê, dema DAIŞê li ser kevirê teneşîrê dirêj kirin, dewleta Tirk esker şande Başîka.
Di encamê de Rusya, bêbextiya dîrokî dubare kir. Emerîka, nirxên Abraham Lincoln têk birin. Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa peyrewên xwe bin pê dikin. Her kes ketiye pey berjewendiyên siyasî, aborî û stratejîk.
Tirkiyê, bi destekkirina çeteyên DAIŞê sucê mirovahiyê kir; bi xerab kirina 8 bajarên Kurdan û komkujiyên di jêrzemînan de, di komkujiya Roboskê de sucên mirovahiyê kirin. Îro jî bi êrîşa dagirkeriya li ser Efrînê û kuştina sifîlan sucên mirovahiyê dike.
Programa Karûxebatên Daneyan ya Upsala (UCDP), di rapora 2017an de diyar kir ku bi têkbirina çeteyên DAIŞê re, trenda kuştinan kêm bûye. Rapora CCDP, berî dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî Efrînê hate weşandin. Kurdan DAIŞ têk bir, cîhan jî bêbextiyê li Kurdan dike.
Li Efrînê lehengên Kurd, herî kêm, li 8 eniyan li dijî artêşa dagirker û 35 komên çete şer dikin. Dewleta Tirk, bi balafir, helikopter, tanq û topan gund û bajarên herêmê bombarduman dike; hejmara kuştiyên sifîl îro 127 in, di roja 20. de wê zêdetir bibin.
Heyva Sor ya Kurdistanê, komkujiyên artêşa Tirk li herêma Efrînê, wek dosyayekê, radestî saziyên navneteweyî kir. Êdî cîhan zane: Dewleta Tirk, çeteyên DAIŞê, El Qaîde-El Nusra yek in. Hevkar in û Kurd bang li vijdanê razayî yên mirovahiyê dikin. Kanî vijdanî şîyar?
Maşaallah, Medya Tirk jî, bûye dolab û çerxa derewan. Bê exlaq, nikarin dersên exlak bidin ti kesî. Teqeze têkçûne û wê têk biçin.

Medeni FERHO

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*