Berxwedan sembola Efrînê ye

0
14

Vîn û berxwdaniya gelê Efrînê her diçe mezin dibe û deng li cîhanê vedide. Gelê Efrînê li hember dagirkeriya dewleta Tirk di nava berxwedaneke mezin de ye.
Welatiyên kantona Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê her roj li qadan e û piştgiriya şervanan dikin. Welatiyan diyar kirin ku ew ê bi tank û topan ti car nikaribin Efrînê dagir bikin û vîna gelê Efrînê bişkînin.
JINÊN EFRÎNÊ SERÎ NATEWÎNIN
Zayde Kilbçek ji gundê kurzîlê ya girêdayî navçeya Şêrewa wiha got: “Gelê Efrînê ji teng, topan û mirinê natirse, meşa ku bi hezaran şêniyê herêm tevlî bûn, wê bibe bersîvek gûncawa û tirsek di dilê dijimin de çêke.”
Welatiya bi navê Delal Nebo wiha got: “berxwedana gelê Efrînê wê di dîrokê de mayînde be. Efrîn nabe Şengal, Efrîn kela berxwedanê û serkeftinê ye. Jinên Efrînê li hember hovîtiya Erdogan û çeteyên wî serî na tewînin. Heger bê xwestin em hemû Evîste ne û emê hey dawiyê berxwe bidin.”
Welatiya bi navê Fîdan Mihmed ya heftî salî wiha got: “gelê Efrînê her diçe bi şehadeta keç û xortên xwe bi hêztir dibin. Dayîkên Efrînê hemû zarokên xwe dikin qorban Efrînê bila zarokên me jî bi sitrî bin li sînora Efrînê serî li hember dijimin hildin. Divê Erdogana Terorîst zanibe ku heger bê xwestin wê dayîkên şehîdan jî çekan rakin û li hember dîktetotiya AKPê û çeteyên wî şer bikin.”
EFRÎN AXA KURDAN E
Ciwanê bi navê Ferîd Mihemed ji gundê Darigirê li ser berxwedaniya gelê Efrînê wiha got: “Destdirêjiyê Erdogan û çeteyên wî li ser Efrînê em şermezar dikin. Heger li min tenê mabe ezê nehêlbim ku dewleta tirk û çeteyên wî ve derbasî xaka Efrînê bibin. Ciwanên Efrînê xaka xwe radestî ti hêzên dagirker naki ji ber ku Efrîn ya kurdan e.”
WÊ BIBE
SERDEMEK NÛ
Mustefa Ibiş yê 75 salî jî wiha got: “dewleta Tirik û hevkarên wê dixwazin biratiya gelan û Fedraliya Bakur Sûriyê têk bibin. Armanca wan ji van êrîşan tunekirina gelê kurd e. Divê gelê kurd li hember van êrîşan yekîtiya xwe xort bikin û piştgirî bidin berxwedana serdemê.”
Zelûh Reşîd jî bang li jinên Efrînê kir ku li hember komkujiyan bê deng nemînin û wiha got: “berxwdana serdemê li Cîhanê deng vedaye. Jinê Efrînê berxwedaniya bê hempa li hember êrîşên faşîst dikin. Gelê Efrînê serî ji dagirkeriyê re natwîne û Evîste Xabûr ev name ji tevahî cîhanê re şand”.
EMÊ LI CEM JINÊN KURD BIN
Mewlîde Horo ji pêkhateya Ereb li ser êrîşên tirkiyê dijî Efrînê axivî û wiha got: “dewleta Tirk a faşîst êrîşên li ser Efrînê rewa dibîne û hewldide bi cîhanê bide îqnakirin. Erdogan û çeteyên xwe ve bi dehan zarok kuştin û komkujiyên hovane pêkanî. Divê dewletên navnetewî helwesta xwe biguhêre ji ber ku hovîtiya Erdogan he diçe zêde dibe. Jinên kurd li Reqeyê gelê me ji çeteyên rizgar kirin, emê jî li rex wan şer bikin û berxwe bidin.”
EM EFRÎNÊ BI TENÊ NAHÊLIN
Rîm qrimo jî ji pêkhatiya Ereb bal kişand ser biratiya gelan û got: “divê gelên ku li Efrînê dijîn bi yekîtiya xwe rê li ber dîktetoriya Osmanî bigire. Efrînê ne bi tenê ye Efrînê di tengiya me de hembêza xwe ji me re vekir, ji lewra emê Efrînê bi tenê nehêlin û emê parastina wê bikin heya dilopa dawiyê ji xwîna me. Keçên ereb jî ji bo parastina Efrînê û tolhildana Evîste Xabûr û Barîn Kobnî made ne.”

Avşîn IBRAHÎM

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*