Efrîn wê nebe Şengala duyem

0
13

Jinên Êzidî yên Efrînê li hember dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê helwest nîşandan û dan zanîn ku ew ê destûr nedin ku Efrîn bibe Şengala duyem. Jinên Êzidî diyar kirin ku ew ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin û xewnên Erdogan yên dîktatoriya Osmanî li Efrînê têk bibin.

Jinên Êzîdî yên li kantona Efrînê diyar kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dixwazin li Efrînê Şengaleke nû dubare bikin û dan zanîn ku wê Efrîn nebe Şengala duyem.
Jinên Êzidî yên li kantona Efrînê li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê helwest nîşan dan û dan zanîn ku wê xewnên dîktatoriya Osmanî ya Erdogan wê li Efrînê têk biçe.
DIXWAZIN ŞENGALÊ DUBARE BIKIN
Endama Rêveberiya Yekîtiya jinên Êzîdî Gulê Cefer li kantona Efrînê li ser êrîşa AKP û çeteyan û komkujiyên ku li dijî gelê Efrînê pêk tîne ji rojnameya me re axivî û wiha got: Dewleta Tirk a dagirker nêzî 2o rojin bi tang, top û balefiran êrîşî Efrînê dike. Li kêleka leşkerên xwe çeteyên DAIŞ û Elnusra jî bi kar tîne. di van êrîşan de hemû cureyên çekên giran û yên qedexekirî bikar tîne. Tirkiyê û hevkarên xwe dixwazin komkujiya Şengalê li Efrînê dubare bikin, lê bersiva şervanên YPG, YPJ û QSD rê li ber van pilanên Tirkiyê digire. gelê êzîdî piştî komkujiya Şengalê xwe birêxistin kiriye.
Gulê di berdewamiya axftina xwe de got:faşîziam tirk di êrîşan de herî zêde gundên êzîdî aramanc digre. Berxwedana serdemê li Efrînê wê xewnên Erdogan têk bibe. Divê Erdogan zanibe ku her şaxek zeytonê wê li hember artêşa tirk şer bike. Geleê Efrînê berxweanekî dîrokî dike, lê hîn êi pêş çavn cîhanê xwiya nekiriye. Komkujiyên ku li efrînê pêkhatin li pêş çavên dewletên navnetewî şermek mezin ku hîn bê deng mane.
JINÊN EFRÎNÊ
ŞERKER IN
Henen Nesro jî li ser rola jinê di parastinê de axivî û wiha got: jinên kurd her tim bi lehengî şer dikin. Berxwedana serdemê li Efrînê li ser lehengî û qehremaniya jinên kurd şahide . jinên êzîdî jî ta ku Efrîn nebe şengal û komkujî dubera nebin wê heya dawiyê şer bikin. Divê dewleta tirk zanibe ku jinên efrînê şerkerin û ji bo jiyanek azad canê xwe dikin qurban. Wê li Efrînê hemû pilanên faşîzima AKPê têk biçe.
EFRÎN GIRAN
BIHA YE
Endama komîteya Jinên Êzîdî Rojîn Cimo jî axivî û wiha got: dewleta tirk û çeteyên xwe ve nêzî 20 rojin li ser erîê şerekî piskolojî û leşkerî didin meşanidn. Hewldide bi siiaysetê we ya qirêj gelê Efrînê bitrîne. Her wiha biratiya gelan ya ku li bakur Sûriyê , dewleta tirk û hevkarên wê ve ditrisîne. Di du hefteyên orî de gelek mal hatin talnakirin û rûxandin, her iwha bi dehan şehîd jî hatin dayîn , lê gerek her es zanibe ku efrîn giran biha ye û Bedala efrînê jî giran e.

Avşîn IBRAHÎM- Dilar ELO

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*