Li dijî êrîşan divê Kurd bibin yek

0
20

Rêveber û endamên partiyên siyasî yên li kantona Efrînê êrîşên dewleta dagirker yên li dijî sivîlan şermezar kirin û diyar kirin ku êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser hemû Kurdan û hemû Sûriyê ye. Her wiha rêveberên partiyan bang li hemû kurdan kirin ku li dijî êrîşan bibin yek.

Berpirsiyar û endamên partiyên siyasî yên kurd li Kantona Efrînê êrîşên li dijî sivîlan şermezarkirin. Nûnerên partiyan dan zanîn ku armanca dewleta Tirk têkbirina projeya demokratîk e û guhertina demografiya herêmê ku dixwaze çetetî û fikira ixwanên misilman bidin ferz kirin.
Nûnerên partiyên siyasî li kantona Efrînê helwestên xwe li ser êrîşên dewleta Tirk ji Rojnameya ronahî re vegotin.
ARMANC GUHERTİNA DEMOGRAFİYÊ YE
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Elwehdê li Sûriyê Reşîd Şaban got, “em îro dengê xwe ji hemû raya navnetewî re dişînin, ji hemû saziyên mafê mirovan dişînin, bila li kêleka gelê Efrînê ya ku rastî êrîş û komkujiyên dewleta Tirkiyê tê bisekinin û li beramber vê hovîtiyê bê deng nemînin.” Şaban da zanîn ku Ev êrîş ne li dijî partiyekî ye, ev êrîş li dijî hemû Sûriyê ye. Reşîd wiha got, “Ji lewra divê her kes bizanibe ku dewleta tirk piştgiriya terorê li Sûriyê dike. Armanc ji vê jî valakirina Efrînê ye. Em fikra Ixwanên Misilman red dikin. Ew dixwezin projeya demokratîk têk bibin”.
YÊ SÛRİYÊ TALAN KİR TİRKİYÊ YE
Endamê Komîteya Navendî a Partiya Pêşverû Kemîran Hesen jî êrîşên dewleta Tirk şermezarkir û diyarkir ku Destwerdana Tirkiyê a li Efrînê encama binkeftina wê ya di Serêkaniyê, Kobanê, Minbic û Reqayê ye. Hesen got, “sedema sereke ya xirakirina Sûriyê dewleta Tirk e, îro Efrîn jî bi vîna xwe ji bo tevahî Sûriyê şer dike.”
Lİ BERMABER HOVÎTİYÊ BİBİN YEK
Endama Partiya Pêşverû Xalîde Silêman jî balkişand ser armanc girtina sivîlan û komkujiyan û got; “dewleta tirk ji ber têkçûna xwe sivîlan armanc digire wiha got, “heya niha bi sedan jin û zarok hatine kuştin divê cîhan bêden nemîne.”
Her wiha Xalîdeyê diyar kir ku divê li hember vê hovîtiyê hemû kurd bibin yek…Ronahî/Efrîn

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*