Erdogan û çeteyên wî dijminê îslamê ne

0
13

Endamên Yekîtiya Karûbarên Olî ya kantona Efrînê li dijî êrîşên li ser mizgeft û goristanan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku Erdogan dijminê îslamiyetê ye.
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li dijî herêma Efrînê de mizgeftan jî hedef dike. Artêşa dagirker mizgefta Selahedîn El-Eyûbî ya herêma Cindirêsê topbaran kir.
Endamê Yekîtiya Karûbarên Olî ya kantona Efrînê nerazîbûna xwe nîşanî vê yekê dan.
Endamê Yekîtiya Karûbarên Olî ya kantona Efrînê Mihemd Hemîd Qasim êrîşên artêşa dagirker li ser kantona Efrînê şermezar kir û got, “Erdogan dibêje ku Efrînî kafir in, li ser vê yekê terorîst kom kirin da ku bi navê îslamê li dijî Efrînê şer bikin. Lê ew bi xwe ne misilmanin.”
Hemîd Qasim anî ziman ku Erdogan bi navê olê zarokan, jin, zilam, mezin û biçûkan qetil dike.
Mihemed Mamedo destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk mizgeft û goristanan hedef digirin û wiha got, “Çeteyên mîna Cebhet El-Nusra û yên wekî wî ji beriya çend salan ve êrîşî Efrînê dikin, bi sedan sivîl hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn. Her wiha bi navê îslamê goristan û mizgeft jî topbaran kirin. Erdogan behsa kijan olê dike! Çi gunehê sivîlan e, çima goristana hedef dike?, Erdogan cîhanê dixapîne.”
Ebdulrehman Ebdulrezaq jî bêdengiya rêxistinên îslamî li hemberî kiryarên dewleta Tirk rexne kir û ev tişt anî ziman, “Siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê û kuştina sivîlan û hedefkirina pîrozgeha berdewam e, kes dengê xwe nake. Em destur nadin ku ew terorîst Efrînê dagir bikin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*