PYD yek ser bi PKK’ê ve girêdayî nîne

0
14

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya Pûblîco ya Spanyayê re axivî. Bayik diyar kir ku PYD partiyeke ku xwe bi xeta îdeolojîk a Rêber Apo bi rêxistin kiriye, yekser bi PKK’ê ve girêdayî nîne. Bayik anî ziman ku ti şervanek PKK’ê li bakurê Sûriyê tune ne.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya Pûblîco ya Spanyayê re axivî.
Der barê pirseke li ser îdîayên dewleta Tirk ku dibêje PKK û PYD yek e, Bayik e got, “Rojavayê Kurdistanê parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye. Xweseriyeke xwe heye. Ji ber ku parçeyê herî biçûk e, gelê li vir her tim bi baldarî nêzî têkoşînên li parçeyên din bûye.”
Bayik işaret bi bandora tevgera PKK’ê û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Ev yek eşkere ye, PYD partiyeke ku hem bandora Rêber Apo ya li Sûriyeyê hem jî bandora xurt a xeta îdeolojîk a Rêber Apo bi kar aniye û xwe bi rêxistin kiriye. Lê belê ne partiyeke ku yekser bi PKK’ê ve girêdayî be. Cihê ku PKK giraniyê dide ser Bakurê Kurdistanê. Lewma rêxistin, bername û xeta xwe ya têkoşînê, cuda ye.”
Bayik da xuyakirin ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd tenê xîtabî bernameya siyasî ya PKK’ê nake û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê paradîgmayek destnîşan kiriye.
Bayik got, “Tiştekî xwezayî ye ku her kes xwedî li vê paradîgmayê derkeve û di çarçoveya vê paradîgmayê de têbikoşe. Şoreşgerên li Tirkiyeyê jî, welatiyên Spanyayê jî dikarin vê paradîgmayê bigirin û ji bo bidestxistina sîstemeke civakparêz demokratîk a Spanyayê têbikoşe. Em pêşniyar dikin ku ne tenê em û gelên Rojhilata Navîn, gelên Spanya, Ewropa û hemû gelên cîhanê dikarin li ser bingeha vê paradîgmayê ji bo avkairina sîstemeke nû ya azadîparêz û demokratîk têbikoşin. Ev jî mafê me ye.
Eger li Spanyayê li ser xeta Rêber Apo rêxistinek derkeve holê, gelo dikare bê gotin ku ev rêxistin ji aliyê PKK’ê ve tê birêvebirin? Rêxistineke bi vî rengî ancax ji ber nêzîkatiyên îdeolojîk-polîtîk dikare bixwaze bi PKK’ê re têkiliyê deyne. Têkiliya navbera PKK û PYD jî divê bi vî rengî were nirxandin.” Bayik anî ziman ku Tirkiye bi vê îdîayê dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne û ser dijminatiya xwe ya li Kurdan binixumîne.
ŞERVANÊN PKK’Ê BAKURÊ SÛRIYÊ
TUNE NE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ti şervaneke/î PKK’ê li Sûriyeyê nîne û got, “Bêguman hin şervan hebûn ku berê di nava PKK’ê de bûn û dema li Sûriyeyê krîzê rû da çûn Rojava. Ev şervanên navborî ciwanên ji gelê Rojava ne. Dema ku krîza siyasî derket, bi rengekî mafdar xwestin biçin wê derê. Em nikare kesî bi zorê li nava refên xwe bigirin, lewma hin kadro û şervanên berê di nava PKK’ê de bûn çûn. Tenê dema ku krîz derket, çûn. Ji bilî vê yekê, tevgera me şervan neşandiye. Lê belê dema ku dor li Kobanê hate girtin, çawa ku tevahiya cîhan xwedî li gelê Kobanê derket, PKK û gelê Bakurê Kurdistanê jî xwedî lê derket. Li sînorê Kobanê gel timî destek da. Di dema vê destekê de bi sedan sempatîzanên PKK’ê çûn Kobanê, şer kirin û şehîd bûn. Wekî din hejmareke kêm a gerîla yên li nava sînorên Tirkiyeyê şer dikirin, çûn tevlî berxwedana Kobanê bûn û li gel berxwedêrên Kobanê şer kirin. Ji bilî van, ti şervanên PKK’ê li Rojava û li Federasyona Bakurê Sûriyeyê nîne.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*