Hezaran kesî şehîdên Berxwedana Serdemê oxirkirin

0
14

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê 22 cangoriyên Berxwedana Serdemê li goristana Şehîd Avesta Xabûr oxir kirin.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantonê Fewzî Seydo axivî û da zanîn ku Artêşa Tirk û çeteyên wê nikarin berxwedana şervanên QSD′ê yên Qehreman têk bibin.
Seydo di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd li ser esasê felsefeya Rêbertiyê têdikoşe û destûr nade ku dewleta Tirk axa Efrînê dagirk bike.
Hevserokê Meclîsa Kantonê Mustefa Hesen jî diyar kir ku gelê Efrînê yên ku pêşengiya Berxwedana Serdemê dikin xwediyên axê ne û vîna wan tu carî nayê şikandin.
Hesen di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku dagirkeriya Tirk sivîlan hedef digire û got ku ev yek nîşaneya têkçûna wan li hember QSD′ê ye…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*