Bi çekên Alman êrîşî Efrînê dikin

0
23

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên hevkarên wî ev 18 roje bi çekên pêşketî yên NATO û bi taybetî yên Alman êrîşî Efrînê dike. Heta niha di encama êrîşên dagirkeriyê de bi dehan sivîl hatin qetil kirin.

Êrîşên dagirkeriya Tirk ya li dijî Efrînê 18 roj li pey xwe hişt. Tevî hemû êrîşên bi tank, top û balafiran jî artêşa Tirk û çeteyên wê nikarin pêş de biçin. Heta niha bi sedan esker û çeteyên dagirker hatine kuştin.
Dewleta Tirk ji bo ku Efrînê dagir bike û sîstema demokratîk ya bakurê Sûriyê têk bibe bi her awayî êrîş dike. Êrîşên dagirkeriyê rastî berxwedana mezin ya şervanan tê. Şervanên QSD’ê YPG’ê, YPJ’ê û her wiha hemû gelên Efrînê mil bi mil li dijî êrîşên dagirkeran li ber xwe didin û nahêlin dagirker bikevin axa wan.
Dewleta Tirk ya dagirker ku li hember berxwedana şervanan têk diçe û derbên giran dixwe sivîlan dike hedefa êrîşên xwe. Di encama êrîşên dagirkeriyê de heta niha ku pirraniya wan jin û zarok ji 130 kesî zêdetir şehîd bûne.
Dewleta Tirk her çendî bi derewên weke ez çekên xwe bikar tînim daxuyaniyan bide jî li hemû cîhan dizane ku dewleta dagirker li dijî Efrînê çekên NATO û bi taybet çekên giran yên dewleta Alman bikar tîne. Dewleta Tirk bi tankên Leopard yên Alman li Efrînê sivîlan qetil dike. Bi vî awayî jî dewleta Alman şirîkê sûcên dewleta Tirk ya li dij mirovahiyê ye. Weke dewleta Tirk ya dagirker dewleta Alman jî li dijî kurdan şer dike û dijminatiya li kurdan dike.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*