Jinên gundan û berhema bê sînor

0
14

Li gundewarên Reqa yê bi kedîkirina sewalan, çandinî û xebatên bazirganî û pêşesazî xwedî dewlemendiyek taybete. Ji ber vê yekê jî , jinan di vê karsaziyê de bi xwezayê ve girêdayî ne. Rola jinên gundewar di xwedîkirina sewlan, çêkirina mast û çandinî, her wiha çêkirina nanê tenûrê xwedî dewlemendiyek cûdaye.
CİVAKA GUNDÎ Bİ XWE
XWE PÊŞDİXE
Weke ku di mêjiyê mirovan de tê dîtin, rêjîma Baas ji bo pêşxistin û guhertina gundan de ti alîkarî pêşkêşî gundiyan nekiriye. Lê ji ber ku civaka gundan civakek çalakin û gundê xwe bi xwe pêşdixin. Ji ber ku di jiyan gund de jin û mêr dest bi mil ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê bi hevre dixebitin û bêyî ku destê xwe li ber kesî vekin, karîbûn xwe li himberî hemû êrîş û aloziyan berxwebidin û bi taybet civka gund. Gund bi taybetmendiya xweyî dewlemende, her wiha nişteciyên wê jî taybet jin ji xwe xweza û afrîneriyê hezdikin.
JINA GUND BI XEBATÊN CURBE CURE MİJULDİBİN
Derbarê mijarê de rojnameya Ronahî serdana gundê Reqayê kirin û nerîna çend jinan ser gund û jiyana wê de girt. Jinan diyar kirin ku jina gudn bi xwe pêdiviyên malbat û jiyan peyda dike, çi kedîkirin, çêkirina hemû cureyên şîr, nanê tenûrê û danheva êzingan ji bo tenur û gerimkirinê tînin.
Dyîka bi navê Ayîda Elakîb tevî ku bi temenê xwe mezine jî lê êzingan ji bo malê dide hev û wiha got: “Di her malek di gunde cihê taybet ji bo êzingan heye, ji ber ku êzing di hemû warê jiyanê de têne bi karanîn wek(Tanurê, gerim kirina avê, çêkirina xwerin ser tifikê û ji bo vêxistina sobê).
Welatiya bi navê Horî Mihemed di mala jin a gundê El kalta de dixebite, her wiha jî êzingan dide hev û got: “Ez dixwazim ku ev êşkere bibe ku jinên gundan ne hewcedarî alîkarî û rêxistinane mirovahî ne. Ji ber ku bi sedema kêm belavkirin pirsgirêkên mezin û nakokiyan di nav nişteciyan de derxîne, ji xwe ez di mala jinê de dixebtim ji van pirsgirêkan baldarim.”
Di dawî de Horî tekez kir ku jin û mêrên gund ji bo debara mala xwe bi hevre dixebtin û jiyana hevbeş di gunde hîn xwe diparêze.”
Dayîka bi navê Xedîce Ciya Mihemed yek ji jinên ku sewlan kedî dike û di doşe û şîr, mast û penêr çêdike, her wiha bi çandiniyê re jî mijul dibe. Xedîce wiha got: “Ez ber banga sibehê radibim û hemû karên xwe dikim, rastî karên ku jinên gund dikin zehmetin, lê em vê yekê dikin ji bo pêdiviyên jiyanê peydabikin û zarokên xwe xwedî bikin.”
JINÊN GUND CİHÊ XWE Dİ RÊVEBİRİNA MECLİSAN DE DİGRİN
Hêjayî bi bîr xistinê ku jinên gund bi ked û xebta xwe xwedî afrîneriya bê sînorin. ku piştî rizgarkirian Reqa yê ji çeteyên DAİŞ’ê, jin bi hemû hêz û vîna xwe tevlî xebatên rêzxistina civakê û rêvebirina meclisan bûn û pêşengtî kirin.

Melek DEMÎRTAŞ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*