Heyva Sor a Kurd bi hawara birîndaran ve diçe

0
17

Di encama êrîşên dewleta dagirker ya Tirk ya li ser Efrînê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn. Heyva Sor a Kurd jî ji destpêka êrîşan de di nava liv û tevgerê de ye û bi hawara birîndaran ve diçe.

Ji 20’ê Çile ve dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşên hovane ser bajar û gundewarên Efrînê kirin di encamê de komkujî pêk anîn. Heyva Sor a kurd jî erka wê ku mudaxeleya lezgîn bike û birîndaran xelasbike û bighîne nexweşxaneyê.

NOQTEYÊN TENDURUSTIYÊ Û XEBATKARÊN WÊ
BÛNE HEDEF

Ji destpêka dagirkeriya dewleta Tirk ser Efrînê, xebatkarên Heyva sor a kurd yekemîn bû ku hemû derfetên xwe xistin xizmeta xelaskirina gel û birîndaran. Li herêmên ku dibûn hedefa bombebaran, heyva sor noqteyên xwe yên tendrustiyê çêkirin.
Rêvebira Heyva Sor a Kurd Hêvîn Henan ser noqteyên ku avakirine wiha got: “Me bi alîkariya kadroyên Meclisa Tundrustî û nexweşxaneya Afrîn, noqteyên tendrustiyê li Şiyê, Cindrês, Fafîn, Şêrewa, Raco, Bilbilê û Dêr Cemalê çêkirine. Di her êrîşek belafir an tang li ser herêm û sivîlan de tîma tendrustiyê birîndaran ji wir dibin noqteyên derman kirinê û dema ku birîn giran be radikin nexweşxneya bajarê Efrînê.”
Hêvîn di berdewamiya axaftina xwe di li ser hijmara bûyerên ku wan tomarkirine wiha axivî: “Ji destpêka dagirkeriyê em hewldidin ku xwe bighînin hemû noqteyên ku dibin hedefa bombeyan. Di 21’ê Çile de komkujiya Cilbil de 11 sivîl hatin kuştin û 7 birîndar û 6 jî windayî, her wiha di 23’ê herêma Cindrês bû hedefa êrîşan û di encamê de 27 sivîl birîndar û 5 şehîd ketin. Dema ku me birîndaran ji cihê bombebaranê xilasdikin, noqteya me ya tendrustiyê û maşîneya ambulansê bû hedef. Ji bo ku birîndar nebin hedefa çeteyên tirk tîma tendrustiyê bi birîndaran re ketin jêrzemîna avahiyê û 7 seatan di wirde asê man. Di 25’an de jî li Mabata dîsa komkujî pêk hat ku di encama êrîşa belafiran de malabatek ji mala El Xatir bi tamamî û 7 sivîlên din şehîd bûn.”
Hêvîn anî ziman ku li kêleka heyva sor a kurd jî tîmek ji 22 kesên bijîşk, hemşîre û ajoker bi baldarî tevlî bûne. Her wiha di 25’ê Çile de tîmek heyva sor a kurd ji Herêma Cizîrê hatin.”

BANGA LI RÊXISTINÊN MIROVÎ

Hêvîn di dawiya gotina xwe de bang li hemû rêxistinên navnetewî kir ku alîkariyê tibî bikin û ev tişt got: “Dagirkeriya Erdoxan bi balafiran êrîşî sivîlan dike û dorpêçe heye em astengiya kêmbûna derman, ambulans û pêdiviyên alîkariya pêşîn dikşînin, ji bo wê bi lezgîn pêdiviya me bi derman.”…Ronahî/Efrîn

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*