Barîn birîna giran

0
13

Destana me her bi xwîna
cangoriyên şêr û gernas
tê nivîsandin ji dil
destana efrîna zêrîn
hêrsa hîm û latê şil
berxwedaniya sirûştê tê vejîndan mil bi mil
ez li vir qet naçime dor, nobedarê efrînê me
ez pelê hejîr û zeyton yê ti carî nê weşandin
her wisa anîn ziman, ew keç û kal û ciwan
ew lehnegan derbekê gotin bi coşî
qîrkirin bahoz û tav
em evîndarê zevî ne , niştîmanin ser bilindî
azadî digel me mezin bû
ew dîroka bê regez , jê bibe şervan bi lez
çêke ferhengek ji agir
naveroka wî tenê
ew viyan û berxwedan
warê Barîn û Evista, cîgeha balindeyan
dojeha dagirkeran , têkçûna ew roviyan
ey şahîda şêre jin , laşê te laşê me ye
laşê ew axa pîroz , cîgeha cangoriyan
tu tîrî di çavê bêbextan, qîr û volakana me yî
nêritiya wan qirêjan kete bin lingê te Barîn
laşê te yê pê dilîstin gora cehş û çeteyan
laşê te digrî mirovahî ya hatî qirkirin
reş dikir helwesta cîhan ,serdema bêdengiyê
şermezar kir şermîyê rûreşîyê û dirûtî yê
tozê pêlava te barîn
ji dêmê wan hêja tire
pêlava te ji olê wanî tev qirêj pîroz tire
pêlava te ji hovê tirka û ala wan rometire
lê şehîda perwer û hêja tu qirîna me yî
tu lehiya azadî yê nav xwîn û hizr û goman
navê te wê her bimîne nav dilan û ser ziman
tu her bimînî ber deman
ew birîna pir giran..
nav hiş û bîr û giyan

Rêber Hebûn

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*