Nêçîra Roviyan

0
15

“Nîçîra Roviyan” ev serenavê fîlmekî komîk ku rastiya çeteyên Tirk û xapandina wan ji çeteyên El Nûsra û DAIŞ’ê, her wiha çawa wan bi pera dixabînin û wan dikin bin xizmeta xwe de. Di heman demê de jî di fîlm de tirsa çeteyên Tirk ji rûb rûbûna bi hêzên QSD’ê re nîşan dide. Armanca şanogeran ji fîlm ku rastiya planên qirêj ên Erdoxan di xapandina çeteyên mîna artîşa Opezisyonê qaşo. yanî li himberî Efrînê Idlb û Xota firton û şer kirina li dijî kurdan dan maşandin. Di fîlm de 5 kesayet dilîzin, ew jî “(Bavê Teyar, Teyaro: Çetyên ku navê Artêşa Azad li xwe kirine), (Hejar û Hecî jî rola çotkarên ku di nava zeviyan de ne dilîzin) û Ebdulhelîm jî ku ew rola serokê Artêşa Dagirker dilîze”. Di despêka Fîlm de amadekariya Teyar û bavê wî ji bo hevkariya dagirkeriya li ser Efrîn bikin û beriya ku berê xwe bidin Efrîn bi serokê Artêşa dagirkeriyê Ebdulrehîm dicivin û ji wan re dibêje: “Ev sê salên ku em we xwedî dikin û dolara bi ser we dadikin. Ev pereyên ku me li ser we dane ne ji bûna çavên we yên reşin, neha di dagirkeriya Efrînê de bibin hevkarê me.” Her wiha ji wan dixwaze ku kevir li ser kevir nehêlin û hemû pirojeyên demokratî ku li herêmê têne maşandin xerabikin û divê di nava sê rojan de jî kurdan tune bikin. Di dawiyê de çete dişkên û ji ber derbeyên şervanên QSD’ê direvin û dibêjin: “Li rex her darek zeytunan guleyek dihate me, her wiha jî ta bi libên zeytûnan jî dibûn gule û dihatin me.” Û çotkar ji wan re bidêjin me ji we re got hunê bi xwe têkevin xefkê de, niha hunê bi ku de biçin piştî ku hun şikestin, dibêjin emê biçin Sotşî ka em vê carê çibikin…”Ronahî/Qamişlo

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*