Gotinên pêşiyan

0
17

Beriya du heftiya me behsa biwêjan û girîngiya wan a di zimanîde nîqaş kiribû. Îro ji emê li ser ‘gotinên pêşiyan’ bisekinin. Ka girîngiya wana ya di nava zimanî de çi ye, ferq û cidahiya wan ji ya biwêjan çi ye, bi çend mînakan emê vekin.
Di zamanî de mirov dikare rêzimanê weke stûnên zimanî bi nav bike. Çawe dema mirov xaniyekê li ser stûna radike û serbanî dirêje, mirov jêre dibêje kavil. Bingeh hatiye avêtin lê ji ber ku dîwar nehatiye danîn mirov hêj nikare jêre bêje xanî. Peyv, ji bo zimanî weke kerpîçên dikevin li ser hevdû dibe taq in. Çawe dema mirov kerpîçan lê dike û dûra stûnên xanî digire û wan digihîne hevdû û mirov nû dikare bêje xanî, ji bo zimanî ji peyv wisanin. Lê mixabin ev ji ne bese. Kerpîç bê xerc, ango bê herî xwe bi hevve nagirin! Ji bo zimanî ji biwêj û gotinên pêşiyan weke xerca dikeve di nava kerpîçande ye. Xerc çiqas bi hostayî hatibe çêkirin taq ji ewqasî qayîm û jî dirêj e. Belê ji xwe navê wan lê hatiye kirin; gotinên pêşiyan. 1. Ev gotinên henê ji aliyê kî/ê ve hatine gotin ne diyar e. 2. Xwe spartine rastiya jiyanê. Ji ber wê hemû kes rastiya wan qebûl dike. 3. Gotinên kurtin, lê gelik tiştan di nava xwe de vedibêjin. 4. Rêberiyê ji civakê re dikin. 5. Gelik caran irf û edetên civakê vedibêjin. 6. Baweriyên gel tînin ziman. 7. Çavdêriyên li ser xwezayê vedibêjin. 8. Mecaz ji di nava wan de heye. 9. Netewî ne. 10. Hizr û ramanên gel tînin ziman. 11. Baweriyê didin mirovan. 12. Gotinên xwerî û tazî ne. 13. Giraniya ehlaqê civakê li ser van gotinan zêde heye. 14. Gotinên qalibê xwe girtine. Mirov nikare cihê peyvên van gotinan biguhere. 15. Rehê wan gelkî kûre û qayîm e… Ka em niha çend mînakan bidin.
1. Dema ker dikeve heriyê kes ji xwediyê wê çêtir nîne: Di vir de hem rastiyek heye û hem ji qala tengiyan tê kirin û dema tengî li ser mirovî de tên, tu kes weke mirov bi xwe kêrî xwe nayê. Raste, heyna dewara yekê (çi ker be, çi hêstir be, çi hesp be…) bi bar dikeve di nava heriyê, heta xwedî biçe hewarê bigihîne, gazî hinan bike û bê dibe ku ew dewar di bin barî de bimire. Ji ber wê ya baş ewe ku xwedî bi xwe hewl bide ku kera xwe ji heriyê der bixe. Herweha dema nexweşiyek, belayek, teşqeleyek di ser mirov de bê ji wisa ye. Divê mirov bi xwe, di serî de li riyan bigere. Ka mirovê çawe xwe ji nav nexweşiyê xilas bike.
2. Kesê mino destê mino: Wateya vê gotina pêşiyan ji nêzîkî ya li jor e. Bi kurtasî, dibêje divê mirov xwe nehêle hêviya tu kesek din ve. Heke ez bi kêrî xwe neyêm hêviya xelkê ve betale û ji xwe pêve min kes nîne.
3. Destê tinê deng jê nayê: Ev gotin berovajî a jor, dibêje divê di rojên teng de mirov dest bide hevdû. Divê mirov hevdû bi tenê nehêle û destek û alîkariyê bide hevdû. Îro ji hemû Kurdan û kesên nirxên mirovahiyê diparêzin, kesên li dijî şer û kuştinêne, li dijî hovîtî û talan kirina nirxên mirovahiyê û xwezayêne jî ev tê xwestin.
Belê, gotina me ya dawî ji bo hovan eve: YÊ LI SER DU SINGAN BILÎZE YEK WÊ TÊRE BIÇE!

Sîpan ŞÎNDA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*