Awazên berxwedanê ji bo Efrînê

0
16

Tevgera Çan û Hunera Demokratîk xebatên xwe ya ji bo pişgtiriya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê didomîne. Endamên TEV-ÇAND’ê sikêçek li ser Berxwedana Serdemê amade kirin. Endamên TEV-ÇAND’ê gotin, “Divê herkes xwedî li Efrînê derkeve, Efrîn bûka welat e.”

Piştgiriya bi berxwedana serdemê ya Efrînê her ku diçe mezintir dibe, Komên navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo jî stran li ser berxwedana serdemê amade kirine.
Dewleta Tirk ya faşîst û dagirker di 20’ê Çileya 2018’an êrîşî herêma Efrînê kir, ev 23 roje li hember dagirkeriyê berxwedaneke mezin û bê hempa tê kirin. Gel û şervan di heman çeperan de li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û axa xwe diparêzin, piştgiriya bi berxwedanê re jî her diçe mezin dibe.
Sazî û dezgehên Rojava û Bakurê Sûriyê jî ji bo biştgiriya berxwedana serdemê di nava tevgerê de ne, di vê çarçoveyê de Tevgera Çand û Hunera Demokratîk jî bi stranên xwe piştgirtiya berxwedana gel û şervanên Efrînê dikin. Endamên komên strana yên navenda Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo, stran li ser berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriyê amadekirine.

EFRÎN STRANA LI SER ZIMANE

Endamên koma Botan Stranek bi zimanê kurdî li ser berxwedana serdemê ya Efrîn bi navê “Efrîn” amadekirin. Endamê komê diyar kirin ku armanca wan ku ew di riya hest û awazên xwe re berxwedana serdemê silav bikin û piştgiriyê jê re bikin.

AWAZÊN AŞÎTIYÊ
Endamên koma Sazkar û Roja welat ya gundê Girbawî jî stranek bi zimanê Erebî bi navê “Awazên Aşîtiyê” amadekirin. Endamê komê anîn ziman ku armanca wan ew yekîtiya gelan li hemberî dagirkeriya Tirkî ya li ser Efrîn derxînin, her wiha jî ku ew noqteyek ji deryaya berxwedana gelê Efrînê derxînin.

Rîhan UMER

SHARE
Previous articleGotinên pêşiyan
Next articleHuqûq

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*