Ev der Efrîne

0
18

Di bin duruşmeya “Evder Efrîne” 17 rêxistin û saziyên civaka sivîl ên Herêma Cizîrê bi armanca alîkariya gelê Efrînê konê çalakiyê û komkirina îmza li bajarê Qamişlo ser 7 rojan hatiye orgenîzekirindê roja 12’ê Sipatê bi dawî bibe.

Jİ BÊDENGIYÊ
SİVÎL TÊN KUŞTIN

Berpirsê ragihandina konê piştgirtiya Efrînê Fewaz Osê derbarê armanca wan ji kon ev agahî da: “Çalakiya konê bi navê “Evder Efrîne” bi armanca piştgirî û alîkariya gelê Efrînê û berxwedaniya serdemê ye. Ji ber ku em rêxistin û saziyên sivîl alîkariya gelên Efrînê wek erke ser milê xwe dibînin ev çalakî ji hêla 17 saziyên civaka sivîl hatiye orgenîzekirin. Her wiha di vî konî de 4 komîte hatine avakirin komîteya rêxistinî, Darayî, hewarî û hiquqî ye.”
Osê wiha dom kir: “Ji ber şer û dorpêç ser Efrîn heye, gelên Efrînê û birîndar bi rengekî lezgîn hewcedarî mazemeyên tibî û tenderustî ye. Kon ji 6’ê Sibatê li bajarê Qamişlo ya girêdayî Herêma Cizîrê hate vedan û wê heya 12’ê Sibatê yanî 7 rojan çalakiya piştgirtiya madî û manewî ji bo Efrînê berdewam bike.”

ERDOXAN HEMÛ
ZAGONA BİNPÊDİKE

Berpirsa Saziya Zemîna Hevbeş Deriya Remedan ser binpêkirina Erdoxan ji mafê hiquqî re wiha got: “Ji dagirkeriyê heya kiryarên Erdoxan û çetyên wê ser gelê Efrînê, hedefa girtina tîmê tendrustî û teşhîrkirian cenazeyên şervanan, her wiha wêrankiran cihên dîrokî ev kiryarana bi hemû şêwazan li gorî pîvanên hiquqî yên navnetewî ne rewaye û durî exlaqe.”
Deriya anî ziman ku di çalakiya kon de bi tomarkirina hemû kiriyarên Erdoxan ên binpêkirina hiquqî ji hemû sazî û rêxistinên navnetewî re bişînin. Derya wiha got, “emê van belgeyan ji dadgeha tewana ya Ewrupî re bişînin.”
Berpirsa Saziya Zemîna Hevbeş Deriya Remezan di dawî de desnîşan kir ku ew rojane rewşa Efrînê dişopînin û li gorî wê rapora xwe amade dikin. Rastî ev kon ji hêla gel rastî eleqeyek mezin hatiye ku rojana bi dehan welatiyên Qamişlo ên welatparêz serdana kon dikin û li gorî derfetên xwe alîkarî ji bo efrînê dikin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*