Nixûmandin

0
11

Tu carî mirov bi derwan bi serneketî ye. Pîşe dibêjin “ werîsa derwan zû diqete” tiştekî ku li ser derewan hatibe avakirin, wê di dawiyê de hilweşe. Ev jî mînaka dewleta Tirk û faşîstê mezin Erdoganê Celad e. Dîroka dewletekî ku bi derewan hatiye nivîsandin. Hîna ji rojên Tanso Çiler, Silêman Dêmêrl û Ecewîd de van derewan tên kirin. ev bû 40 sal zêdetir bi riya derwên xwe gelê Tirkiyê dîlê virên xwe kiriye. Ev çend hikumet ava dibin, siyasetên wan jî bi sernakevin. Lê di tiştekî de tenê bi serdikevin û encamê jê nagirin ew jî nixumandina rastiyên xwe ye.
Niha jî, piştî ewqas êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê û bikaranîna wê a çekên giran û balafiran li ser sivîlan, ku giha asta bikaranîna çekên qedexekirî yên kîmyawî, çekên ku dixwest li ser şervanan bikarbîne, lê ji ber tedbîrên şervanan çete û leşkerên dewleta tirk bi xwe bûn armancên xwe. Ji ber vê, hesabê ku dewleta tirk li sûkê dikir û yê malê şaş derketin. Berxwedaniya gel û şervanan. Ziyanên ku ji aliyê çek û kuştiyan dide, eger em behsê bikin belkî li gorî hejmarên fermî hîna zêdetir be. Lewra bi metirsiya nerazîbînên hundir Tirkiyê de, bi hemû rê û rêbazan dixwaze rastiya binkeftina xwe binixumîne.
Bi vê ve girêdayî, armancên dewleta tirk û Erdogan ku mîna hêştirmeyan serê xwe dinixumînin, rewa kirina êrîşên xwe ye, dixwaze balê cîhanê bikîşîne ser xwe û raya gîştî îqnaa bike ku li dijî terorê şer dike. lê roj bi roj bi bilindikirina asta berxwedanê ev êrîş, ev hovîtî, ev derew piştrast dibin û rastiya wan derdikeve holê. Rastiya ku êdî dewleta Tirk dixwaze Osmaniya xwe ya nû ji Sûriyê de destpê bike û bighîne ta Îraqê.
Ji destpêka kirîza Sûriyê de, her dewleta tirk bi komikan êrîşî gelên Sûriyê dikir û Sûriyê talan kir. Lê niha êdî ew planên wî bi rengekî aşkere xuya dibe, ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Sûriyê ye û ji xwe li Cerablus û Babê dagirkiriye. Ji ber vê yekê êdî bi nixumandin û veşartina rastiya binekeftina xwe dewleta tirk nikare armancên xwe pêk bîne.
Aliyekî din a nixumandinê jî heye, heya niha dewleta tirk bikartîne. ew jî li dijî dengê rastiyê ye. Ne tenê bi riya ragihandina d-xwe buyeran berûvajîkirin. Lê bi qutkirina înternetê û bi polîtîkayên xwe yên li dijî azadiya çapemeniyê li hundir û derveyî Tirkiyê, bi girtina rojnamevanan, girtina her kesî ku li dijî êrîşên li ser Efrînê radiweste gihaya asteke ne normal, mirov dikare na lê bike Hêstiriya nixûmandinê.

Sîpan CAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*