Lehengiya şêniyên hemamê

0
13

Di pêvajoya êrîşa li dijî Kantona Efrînê, gelek dîmenên lehengiyê derketin pêş. Lehengiya em li vir qalê dikin, lehengiya gelê Efrînê bi xwe ye. Ev gelê ku bi berxwedanî û piştevaniya xwe ji zarokên xwe re efsaneyên ku mînakên wan di dîrokê de tune ne dinivîse. Li hemû deverên ku bûne armanca hovîtiya faşîzma tirk û çeteyên wê çîrokên berxwedaniya gelê Efrînê veşartiye.

ARMANC SIVÎL IN

Yek ji deverên ku artêşa dagirker a tirk lê komkujî pêk aniye, herêma Cindirêsê ye. Gundê Hemamê ku di nav sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye, bi giranî bû armanca hovîtiya faşîzma Tirkiyê. Hemû niştecihên wî gundî cotkar in. Têlên rêsayî wî gundî navbera Bakur û Rojava de parçe dike. Hemam di serdema herdu dagirkeriyên Osmanî û Fransayê de deriyê fermî yê tevahî Bakurê Sûriyê bû. Ji ber girîngiya wê ya stratejîk, herî destpêkê hewldana dagirkeriyê li wir dest pê kir. Dema ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê çend metroyan derbasî nava gund bibûn, ji malên di serê gund de 12 şêniyên gund revandin. 6 ji wan çarenûsa wan ne diyar e. 6 jî xistin hundirî xaniyekî û li ser kilît kirin. Bi şev jî, bi armanca cînosîdê ew xanî topbaran kirin. 4 ji wan birîndar dibin ku du jê şehîd dikevin û yek jî rojekê bi birîndarî li ber xwe dide û roja dîtir şehîd dikeve.
Şukrî Kendî ku yek ji wan kesên li Hemamê li ber xwe didan bû, çîroka lehengiya çend rojan bi van gotinan vedibêje: “Dewleta Tirk û çeteyên Elqaîde li ser hev du sê rojan gundê me bombebarankirin. Niştecihên gund bi taybet jin û zarok ji gund derketin. Ji bo ku em malên xwe ji dizî û talanê biparêzin, li her malekê kesek ma. Di roja sêyemîn a topbaranê de hinek çete û leşkerên Tirk bi tekbîran xwe gihandin rojhilatê gund.”
Kendî dewam dike û dibêje: “Deriyên hemû malan şikandin û gelê li wir maye li rojavayê gund kom kirin. Em bi qasî 12 kesan bû. 6 bi xwe re birin. Em 6 jî di malekê de hiştin û gotin êvarê em werin we derxînin! Bi êvarî jî topek li wê malê xistin lê em ne mirin. Em sibehê derketin nav gund kesek tune bû.”

YPG Û YPJ EM
XILAS KIRIN

Kendî dibêje; “topxaneya Tirk her tişta dilive bi hedef digire. Erebeya me hewl da lê siwar bin topbaran kir. Ez birîndar bûm û bi vî halî çar rojan tevî hemû bangewaziyên me, me li ber xwe da. Rojê çend metroyan dimeşiyan. Me xwe gihand noqteyên hevalan. Li wir jî hevalên YPG û YPJ mudexele kirin û em bi lezgînî birin noqteya tendirustî. Pişt re jî ez veguhestim nexweşxaneya Avrîn.” Şukrî Kendî di dawiyê de tekez dike ku li gundê Hemamê yê tenê sivîl tê de jiyan dikin, termên du hemwelatiyên Hemamê hîna li wan deran e. yek jê Hisên Hesîk e û ya din jî jina bi navê Hêvîn Reşîd Robecî ye.

Ikbal BEDRAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*