HPC kolanên Efrînê diparêze

0
11

Endamên HPC’ê yên ji çand û rengên cuda ku kolanên Efrînê diparêzin gotin, “Em ê axa xwe biparêzin. Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk.” Endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) hem kolan û kuçeyên xwe diparêzin, hem jî destekê didin eniya berxwedanê. Gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê destana berxwedanê dinivîsînin. Mihemmed Emîn Henan tevî du kurên xwe li kolanên Efrînê nobedar e. Emîn wiha dibêje: “Em ji Efrînê ne û Efrîna xwe diparêzin. Tevî kurên xwe yên bi navê Şiyar û Alan em heta destê sibehê nobedê digirin. Bila dîktatorê Tirk Erdogan nede pey xewn û xeyalan. Em ê xwe ji bo vê axê feda bikin. Em ê bimirin, lê em ê ji Efrînê dernekevin.”
AXA ME ŞEREFA ME YE
Kurê Mihemmed Emîn Alan jî got, “Ji bo parastina gelê xwe em nobedê digirin.” Şiyar jî got, “Axa me şerefa me ye, rûmeta me ye. Erdogan wê ti carî nikaribe bikeve nava axa me. Ji ber ku em ê axa xwe biparêzin.”

EM ENÇAR IN KU WELATÊ XWE BIPARÊZIN

Endamekî din ê HPC’ê Rasim Cîmo ye ku Kurdekî Êzidî yê ji Efrînê ye wiha dibêje: “Em li vê derê ji saet 6’ê êvarê heta 6’ê sibe ji bo xwe û gelê xwe nobedê digirin. Em li ser axa xwe ne, em bi gelê xwe re ne, em bi YPG û YPJ ên xwe re ne.”
Mihemmed Ahmed ê ji pêkhateya Ereb wiha dibêje: “Li Efrînê Kurd, Ereb, Êzidî û her kesên din yek e. Em hemû neçar in welatê xwe biparêzin û em ê rê nedin Erdogan.”…ANF

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*