Yekîtiya gelan bersiv da dijmin

0
12

Welatiyên ku ji hemû herêmên bakurê Sûriyê ji bo piştgiriya berxwedana serdemê çûbûn Efrînê diyar kirin ku wê hemû gelên Sûriyê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin û li Efrînê xwedî derkevin.

Ji bo piştgiriya berxwedana serdemê li kantona Efrînê bi hezaran kes ji herêma Firat, Kobanê, Minbic, Şengal û ji Cizîrê berê xwe dan Efrînê. Darên zeytonê jî li hember dagerkeriyê serî netwand û hembêza xwe ji mêvanên serdemê re vekir.

EFRÎN DESTANA LEHENGIYÊ DIGERÎNE

Elwan Şengalî ji Şengalê li ser berxwedana serdemê axivî û wiha got: “Hatina me ji Şengalê ta Efrînê jî berxwedan e. Gelê Efrînê li hember destdirljiya dewleta tirk û çeteyên wê berxwe didin. Berxwedana Efrînê cihê ser bilindiyê ye. Efrîn destana lehengiyê digerîne. Her şaxek zeytonê li efrînê jî bûye şervanek li hember dagerkeriye û ber xwe dide.”

BIRATIYA
GELAN XORT DIBE

Endamê Meclisa Eşîran li Şedadê Hemze Elsiltan jî li ser berxwedana gelê Efrînê axivî û wiha got: “em ji Şedadê hatin ji bo piştgiriya Efrînê. Em rê nedin dagirkeriyê ku bostekî ji xaka Efrînê dagir bike. Ji ber ku xaka Efrînê pîroz e, ji destpêka şoreşa bakur Sûriyê ve li ser xaka Efrînê şer, şehedat, û berxwedanî tê kirin. Ji lewra divê Erdogan zanibe, gelê Ereb jî piştgirê dide berxwedanê.”

HÊVIYÊN AKPÊ LI EFRÎNÊ WÊ BIBIN XEWN

Birîvan Yusf ji Girkê Legê wiha got: “wê Efrîn bibe xaka herî pîroz û berxwedêr li bakur Sûriyê . Li gelek deverin şer qewmî, lê şerê li Efrînê cudayî hemiyan e. Li Efrînê dewleta Tirk bi çekên herî giran û pêşketî êrîşî sivîlan dike. Împratoriya ku Erdogan hêvî dikir li Efrînê ava bike bû xewn. Ji ber ku Efrîn ne bi tenê ye.”

JINÊN EFRÎNÊ BERXWEDÊRIN

Rêvebera Paratiya PYDê ya Hesekê Leyle Saroxan got: “Efrîn bi xweşkbûna xweza û bi gelê xwe ya berxwedêr tê naskirin. Sê hefte ne em ji dûr ve li berxwedanê serdemê li Efrînê temaşe dikin û em kêlî bi kêlî dişopînin. Lê ketin nav Efrînê û bi berxwedanê re jiyankirin wateyekî cuda da. Jinîn Efrînê şerker û berxwedêrin.”

DEMA BAKURÊ
SÛRİYÊ DİQÎRE

Gelê ku rê vekir û xwe gihandin Efrînê gelek peyam dan, hemû hêzên navnetewî û hêrêmî. A yekemîn û ya herî girîng ew e, peyama vîna gelan bû. gelên ku li hember bêdengiya cîhanê qiriyan û gotin, “Efrîn ne bi tenê ye”. Peyama duyemîn hilweşandina xetên sor yên Erdogan bû. xetên ku digot rojhilatî ferêt û rojavayî ferêt bi hatina hezaran gelên bakûrê Sûriyê ya Efrîn û Cindirêsê peyamekî serkeftina projeya Federaliya Demokratîk e. Peyama sêyemîn ew e ku ji bo Efrînê hemû bakurê Sûriyê amede ye ku asta berxwedanê bilind bikin. Peyama çaremîn jî ew e ku hemû antî propogandeyên li dijî projeya federaliya bakurê Sûriyê, her weha reşkirina wê hatin têk birin.
Peyama pêncemîn jî, yê ku li ser zimanê her kal, jin , zarok û ciwanan hebû serkeftin an serkeftin e û heya dawiyê berxwedan.

Avşîn IBRAHÎM

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*