Dem dema seferberiyê ye

0
14

Di ev rojên dîrokî ku li bakurê Sûriyê tê jiyandin de qedera hemû gel û pêkhateyên li bakurê Sûriyê bi hev hatiye girêdan. Gelê kurd û gelên li bakurê Sûriyê li hemberî çeteyên faşîst DAÎŞ û Nûsrayê mohra xwe li gelek destanên qehremantiyê xistin, dîrokek nivîsandin û yekitiya gelan ava kirin. Her wiha gel û pêkhateyên li bakurê Sûriyê îspat kirin ku li ser vê erdnîgariyê dikarin bi awayekî azad, demokratîk û hevbeş bijîn.
Li aliyê din ji bo paradîgma Neteweya Demokratîk li bakurê Sûriyê neyê înşakirin, îradeya gelan a demokratîk pêş nekeve û mayînde nebe dewleta dagirker a Tirkiyê ji destpêkê heta niha piştgiriya çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê kir. Dewleta dagirker a Tirkiyê piştî ku bi vê rêbazê encam negirt, niha ew bi xwe daketiyê meydanê û bi çeteyên berhevkirî yên DAÎŞ û El Qaîdeyê êrîş dibe ser îradeya gelan. Berxwedana li Efrînê nîşanî her kesî dide ku ji bilî serkeftinê tu riyeke din hilnabijêr in. Lê ji bo ku bi vê berxwedanê pergala Neteweya Demokratîk mayînde bibe pêwîstî bi ruhekî seferberiyê heye. Dem dema seferberiyê ye ku her kes berê xwe bidin Efrînê û tevlibûneke xurt çêbibe.
Li bakurê Sûriyê rewşeke jirêzê nayê jiyîn. Dewleta dagirker a Tirkiyê hebûn û nebûna xwe daniye holê û êrîş dibe ser îrade û destkeftiyên gelên bakurê Sûriyê. Ji ber vê jî hemû gel û pêkhateyên bakurê Sûriyê jî pêwîst e ku di wê astê de xwedî helwest û biryar bin. Çima ku hêzên dagirkeriyê bi awayekî topyekûn her tiştê xwe seferber kiriye û dixwaze destkeftiyên li bakurê Sûriyê ji holê rake, beranberî vê yekê herî zêde seferberî ji bo gel û pêkhateyên bakurê Sûriyê pêwîst e. Eger di van şert û mercên awarte û dîrokî de tevlibûneke xurt pêk bê û artêşeke ji sed hezaran bê avakirin bakurê Sûriyê ji bo Rojhilata Navîn ew ê bibe keleha demokrasiyê. Di tu wextan de qasî îro şert û merc ewqasî ne guncav bûn. Her tişt piştgiriya gelan dike. Gel û pêkhateyên li bakurê Sûriyê jî bi tevlibûneke xurt ew ê bikaribin destkeftiyên xwe mayînde bikin û bibin garantiya jiyaneke hevbeş û demokratîk.
Cara yekem e ku gel û pêkhateyên bakurê Sûriyê qedera xwe kirine yek û berxwedaneke hevpar pêş dixînin. Di encama ev berxwedana li Efrînê de têkçûna dewleta dagirker a Tirkiyê ew ê bi xwe re gelek derfetan ava bike û deriyên nû veke. Li Efrînê têkçûna faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirkiyê ew ê jiyaneke hevbeş, azad û demokratîk a gelan mayînde bike û deriyên demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke. Ji ber vê jî di van rojên dîrokî de pêwîstî heye ku keç û xortên kurd, ereb, xiristiyan, çerkez, çeçen û tirkmen berê xwe bidin Efrînê û li berxwedana Efrînê xwedî derkevin. Roj ew roj e ku li rûmeta xwe xwedî derkevin û rola xwe ya dîrokî bilîzin. Hemû gel û pêkhateyên li bakurê Sûriyê ew ê tu caran ev îradeya hevbeş, demokratîk û azad a gelen teslîmî tu hêzan nekin û ew ê bi xwe pergala xwe ava bikin.
Yan jiyaneke demokratîk, azad û hevbeş yan jiyaneke demokratîk, azad û hevbeş.

Hesen KARASÛNGÛR

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*