HDP ji kongreya pêngavê re amade ye

0
12

HDP roja yekşemê 3’yemîn Kongreya Asayî pêk tîne û amadekarî bi dawî bûn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11’ê Sibatê de 3’yemîn Kongreya Asayî pêk tîne û amadekariyên ji bo kongreyê bi dawî bûn. HDP’a ku di bi êrîşên mezin re rû bi rû ye; herserokên giştî, wekîl, rêveberên partiyê, hevşaredar jî di nav de, qasî 10 hezar endamên wê girtî ne û di şertên wiha de diçe kongreyê û dixwaze ji hemû êrîşan re bibe bersiv.
Dê kongre di heman demê de hemû beşên di nav lêgerîna demokrasiyê de ne, bîne gel hev. HDP bi vê armancê 36 partiyan re dawetî şand. Heta niha HDP’ê ji gelek kesan re dawetî şandiye û gelek kesên dawetî bersivandine û dê tev li kongreyê bibin. Tê payîn ku 30 hezar kes tev li kongreyê bibe.

WERIN EM
TÊKOŞÎNÊ
BIKIN YEK

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Saruhan Oluç destnîşan kir ku ew li dijî tasfiyekiriya siyaseta demokratîk ketine tevgerê û got: “Dixwazin faşîzmê bi sazî bikin. Me di 7’ê Hezîranê de desthilatdarî asteng kir, emê vê dîsa bikin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*