Berxwedana Efrînê dîrokeke nû dinivisîne

0
12

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan diyar kir ku Efrîn bi berxwedana xwe dîrokeke nû dinivisîne. Karayilan wiha got, “Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên El Qaîdê yên hevkarê wê li hember berxwedanê têk çûne.

Karayilan diyar kir ku AKP, rêveberiya Erdogan û çapemeniya Tirk heta ji wan tê hewl didin binketina artêşa Tirk a li Efrînê binixumînin. Lê rastî ev e; artêşa Tirk û hêzên El Qaîdeyê ku pê re tevdigerin binketî ne.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, berxwedana serdemê ya şervan û gelê Efrînê û çalakiyên xwedîdeketina li Efrînê ji ANF’ê re axivî.
Karayilan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê, êrîşeke ku li ser bingeha platforma Astanayê bi destûr û desteka aktîf a Rûsyayê pêk hatiye û wiha got, “Di vir de hin bazarî û hesab hene. Xuya ye, di berdêla hiştina beşek ji Îdlibê ji bo rejîmê û Rûsyayê, her wiha bi pêşkêşkirina hin berjewendiyên cuda yên aboriyê, destûr ji Tirkiyeyê re hatiye dayin.”

DIVÊ TI HÊZA
NEBE HEVPARÊ POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ

Karayilan destnîşan kir ku di serî de Rûsya ew naxwazin ti hêzeke navneteweyî bibe hevparê polîtîkayên qirkirinê yên mêtingeriya Tirk ku li dijî gelê Kurd dike û wiha dewam kir: “Ev dewlet siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd rewa dibîne. Her Kurdên ku daxwaza azadiyê dike, terorîst dibîne. Divê kes nebe hevparê vê polîtîkayê.”

HÊZÊN
NAVNETEWEYÎ
NE LI BENDA
BERXWEDANEKE WIHA BÛN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê işaret bi berxwedana gel, hêzên YPG û YPJ’ê kir û got, “Em dibînin ku hêzên navneteweyî ne li benda berxwedana wiha bûn. Hesabê wan ev bû; ‘Dewleta Tirk wê 3 rojan an jî hefteyekê Efrînê dagir bike’. Xuya ye ji derewên Erdogan bawer kiribûn. Ev bû sê hefte, her kes li pêşberî berxwedana bi heybet a Efrînê matmayî maye.”

SERKÊŞÊ
PROPAGANDA
DEREWAN
ERDOGAN E

Li ser encamên berxwedana serdemê û propaganda dewleta Tirk a dûrî ji rastiyê, Karayilan got, “Tevî ku 19 roj di ser re derbas bûne jî artêşa Tirk û çeteyên El Qaîdeyê yên pê re tevdigerin bi pêş ve neçûne. Cihê ku herî zêde lê bi pêş ve çûye, 5 kîlometre ye. Ji bilî vê yekê bi pêş ve neçûye. Yanî li berxwedaneke mezin rast tên û tevî teknîka xwe ya mezin jî nikarin bi pêş ve biçin.”
Karayilan destnîşan kir ku serkêşê propaganda derewan Erdogan bi xwe ye û bal kişand ser hejmara kuştiyên leşker û çeteyên Tirk: “Tevî şerê 2-3 rojan ê li qada Şêrxorzê, xuya ye hejmara kuştiyên çeteyên El Qaîdeyê bûye 350. Tê gotin ku hejmara leşkerên mirine nêzî 200 e. Lê belê vê yekê ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêrin. Artêşa Tirk hejmara windahiyên dijberê xwe zêde nîşan dide û bi vî rengî hewl dide xwe serketî nîşan bide. Lê bi van derewan nikare rastiyê binixumîne.”

BERXWEDANA EFRÎNÊ
DÎROKEKE
NÛ DINIVÎSÎNE

Mûrat Karayilan got, “Bi kurtasî AKP, rêveberiya Erdogan û çapemeniya Tirk heta ji wan tê hewl didin binketina artêşa Tirk a li Efrînê binixumînin, rastiyê ji civak û raya giştî ya Tirkiyê veşêrin. Lê rastî ev e; artêşa Tİrk û hêzên wê yên El Qaîdeyê binketî ne. Ti serketinek bi dest nexistine. Tevî teknîka xwe, tevî hêz û derfetên xwe, ji her alî ve derbê ji hêzên YPG/YPJ’ê dixwe. Lewma berxwedana Efrînê di şexsê YPG/YPJ’ê de dîrokeke nû dinivîsîne. Di dîroka şer de qonaxeke nû afirandiye. Navê ‘berxwedana serdemê’ li berxwedana Efrînê hatiye kirin. Ev tespît gelekî rast e. Yanî li dijî teknolojiya herî pêşketî ya serdema me, vîna mirovan derdikeve pêş. Em dibînin ku teknîk û teknolojiyeke ku bi vîna mirovan karibe, nîne.”

DEWLETA TIRK
DIXWAZE
BAZARIYÊ BIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser gefên dewleta Tirk a qirker ên li ser Minbicê jî û ev nirxandin kir: “Hê neketine Efrînê ku karibin qala Minbicê bikin. Eger ji wan tê bila ewilî xwe bigihînin Efrînê, piştre li ser Minbicê biaxivin. Her tiştên derbarê Minbicê de dibêje, tenê blof e. Erdogan û hikumeta wî dixwaze têkçûna ya li Efrînê binixumîne. Li şûna ku berê xwe bide nava Efrînê, niha li 4-5 cihên li ser sînorê Efrînê enî çêkirine. Dixwazin van eniyan bikin yek û bi vî rengî xetekê li ser sînor Çêbikin. Xuya ye wê bi gotina, ‘Min li vir herêma tampon ava kir, ez bi ser ketim’ hewl bidin civaka Tirk û raya giştî ya navneteweyî bixapîne.”

WÊ RÊ LI BER PÊVAJOYEKE
NÛ VEKE
Karayilan got, “Êrîşên li ser Efrînê ne tenê li dijî Efrînê ye” û wiha dewam kir: “Di şexsê Efrînê de êrîş li dijî tevahiya Şoreşa Rojava tê kirin. Ya rast êrîş li dijî tevahiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û hemû destketiyên gelê Kurd e. Her wiha êrîşeke li hemberî Federasyona Bakurê Sûriyeyê. Eger ev êrîşên faşîzma AKP’ê bi berxwedanê were şikandin, ev yek wê hem ji bo gelên li Rojava û Bakurê Sûriyê, hem jî ji bo gelê Tirkiyê û hemû gelên herêmê rê li ber destpêkirina pêvajoyeke nû veke.”

SEKNA GELÊ
EFRÎNÊ
BERHEMEKE
HÊJA YA
MIROVAHIYÊ YE

Ji bo sekn û berxwedana gelê Efrînê jî Karayilan got, “Ev sekn û helwesta gelê Efrînê ji bo mirovahiyê berhemeke hêja ye. Bi rastî jî sekneke gel a bi lehengî ye. Yekîtî, fedakarî û wêrekiyeke mezin e. Gelê me yê Efrînê di vê pêvajoyê de li ber hemû êrîşên bi tank, top, kobra, obus û hewldanên tirsandin û revandinê rabû. Ev yek bi navê mirovahiyê sekneke pîroz e.” Karayilan da xuyakirin ku ji bo serketina vê berxwedanê, divê ev helwest hê bêhtir were xurtkirin, birêxistinkirin, tedbîrên ewlekariyê bên girtin, bersiv ji pêdiviyên tenduristiyê û jiyanî yên civakê re bê dayin û got, girîng e ku hêzên pêşeng vê yekê baş organîze bikin.
Karayilan her wiha got, “Divê gelê me yê Efrînê zanibe ku bi tenê nîne. Tevahiya gelê Kurdistanê, gelên dost û hêzên enternasyonal pê re ye. Ev berxwedana ku hemû tevgerên azadîparêz destekê dide, wê bi ser bikeve. Divê gelê me bi vê zanibe û bi vê têgihiştinê berxwedana xwe ya bi şeref û rûmetê hê bi rêxistin bike û bi biryardarî bidomîne.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*