Me ji Tirkiyê gaveke erênî nedît

0
12

Raportora Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyê Katî Pîrî diyar kir ku ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê me wan gaveke erênî ji Tirkiyê nedîtine. Li Parlamentiya Ewropayê peşnûmaya ‘Rewşa Mafê Însanî li Tirkiyê’ bi pir dengî hat qebûlkirin. Metnê pêşnûmayê bi hewldana raportora YE ya Tirkiye Katî Pîrî hat nivîsandin. Pîrî berî dengdana parlamentoyê di axaftina xwe ya DW Tirkî de got: “Li Tirkiyê rewşa mafê însanî pir krîtîk e. Hikûmeta Tirkiyê dibêje ‘em tenê axaftina endamtiya Yekîtiya Ewropayê qebûl dikin’ lê di vê mijarê de ti gavek erenî neavêtine.” Pîrî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo operasyona Efrînê got: “Her kes qebûl dike ku Tirkiye sînorên xwe biparêze. Lê em wek Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê di mudaxeleya operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê de bi fikar in.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*