Kompleksa Tirkiyê kurd in

0
9

Parlamentarê Libnanê Welîd Cunbulat li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku kompleksa navendî ya Tirkiyeyê pirsa kurdî ye.
Cunbulat bal kişand ser helwesta Tirkiyê ya li hemberî kurdan ku digihe heta heyama Osmaniyan û got: “Her kes dizane ku ev sed sal yan jî zêdetir e, kompleksa navendî ya Tirkiyeyê pirsa kurdî ye, heta di dema desthilata Osmanî de jî wiha bû.”

ME SELAHEDÎN EYYUBÎ JI BÎR KIR

Parlamenterê Libnanê herwiha dijberiya Sûriyê ku niha li hemberî kurdan li Efrînê şer dike jî wekî nakokî nirxand û da xuyakirin, “Lê çima ereb û bi taybetî dijberiya Sûriyê dikeve lîstika mihweran. Nexasim li Efrînê ku di şûna şerê rejîmê bike, şerê kurdan dike. Ev kompleksa dîrokî ya ereban li hemberî kurdan e. Me Selahedîn Eyyubî ji bîr kir.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*