Tewafa serdemê

0
12

Adet û gerdişên civakan nola ava zelal her di tonela dîrokê de diherikin. Di dirêjahiya xeta dîrokê de berhem û raelîteyê bandor lê kirine û veguherîne mejiyekî cemawerî. Ev hafîzeya giştî jî bi xwe diyardeyeke derûnî ye. Ango tiştên resen ên ku civakê vedîtine û li dora wê niştecîbûn û civakbûyîna xwe saz kiriye, heyanî roja îro bi rê û rêbazên cuda cuda têne jiyîn û pratîzekirin. Her wekî din rêbazên ku dagirker û mêtingeran lê bar kirine, nekarîne bi resentiya civakan re bibûna adet û gerdişên esîl.
Di dîroka cihû, xiristiyan, îslam û gelek ayîn û olên xwedayî de hinek rêbaz û gerdişên pêkanînê hene. Dibe ku gelekî nêzî hev bin, lê bi giştî ji hev cuda ne. Her yek li gorî taybetmendiya dîrokî û civakî xwe bi gewde kiriye. Piranî jî di bin navên cuda de heman ayîn û gerdiş in. Yek ji rêbazên olî yên herî bi bandor hec e. Ango ji bo serguhakirin û diyarkirina vîna girêdan û wefedariya bi xwedayê olê re, bawermend xwe li riyên herî bi êş û dûr dixe û têkîliya xwe ya bi xweda re tekûztir dike. Ayînên wisa jî li cem hemuyan şertên wefedarî û girêdana bi rêbaz û felesefeya ku ol nûnertiya wê dike ye. Mînak; cihû salane 3 caran weke ferz heca Qudsê dikin, misliman salê carekê diçin Mekke, êzîd diçin Laleşê, hindos diçin bajarê xweda Abad, xirstiyan diçin kilîseya Elmehdî û ava Urdunê…hwd.
Gelên Bakurê Sûriyê ku xwestin muhra xwe li rûpelên dîrokê bixin, ji bo piştgirî, wefedarî û tekûzkirina girêdana xwe bi felsefeya Berxwedana Serdemê re bi meşeke mezin a qudsal berê xwe dan qubleta berxwedana gelê Kurd û tevahî gelên Sûriyeyê Efrîna rengîn. Ev meşa han du sê rojan bi sedan kîlometre derbas kir. Hemû dilsozên vê berxwedanê; jin, ciwan, kal û pîran tevî hemû şertan bi înada xwegihandina landika berxwedêr derbasî Efrîn û Cindirêsê bûn. Ev serdana pîroz meşa heciyan a ber perestgeh û tewafa bi heybet tîne bîra mirovan. Gelên Bakurê Sûriyê bi vê meşa xwe ya ber keleha berxwedana serdemê ve, careke din îsbat kirin ku gelên resen ên herêmê xwediyên esîl ên vê kevneşopiya tewafê ne. Di bingeh de gerdişekî gelan a dilsozî û tekûzkirina hevgirtina civakî ye. Çawa ku sîstemên desthilat hemû vedîtin û adetên gelan dizîne û kirêtiyên xwe lê barkiriye, meşên bi heybet û tewafên pîroz jî li gorî berjewendiya desthilatdariya xwe bi rêk û pêk kiriye. Lê li Bakurê Sûriyê bi meşa ku ji Şengala pîroz dest pêkiribû û heyanî Efrîn û Cindirêsê hatibû, ev rêûresma civakî li kokên wê yên resen vegerand û ji nû ve vejand. Careke din hat tivîkirin ku li hemberî îradeya gelan a azadî û serbestiyê îmkana ti hêzê nîne li ber bisekine. Li Efrîn û Bakurê Sûriyê ev tişt yekem car bi vîna gelekî berxwedêr û li ber çavên hegemoniya global derket pêş û bi serket. Ango, tevî hemû êrîşên namerdane yên faşîzma Tirk û çeteyên Elqayîde ku hîna berdewam in, em dikarin bibêjin ku Berxwedana Serdemê ya ku Efrîn saheya wê ye bi tewafa serdemê re bi ser ket.

Idrîs HENAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*