Li dijî vê zilma li Efrînê derkevin

0
9

Fîlozofê Frensî Bernard Henri Levy di rojnameya Wall Street Journalê de gotarek nivîsand û bertek nîşanî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li dijî Efrînê da. Henrî wiha dibêje, “Kurdan li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê şer kirin. Niha li Efrînê rastî êrîşan tên. Ewropa li hember êrîşên li ser Efrînê kerr, kor û lal e. Ger em li qetlîama li ser kurdan temaşe bikin wê rûmeta me bikeve bin lingan.”

Di medyaya biyanî de bertekên tund ên dijî êrîşa dagirkeriya Tirk ya li dijî Efrînê dewam dikin. Nivîsa herî dawî jî di rojnameya Wall Street Journalê de hat weşandin.
Fîlozofê Frensî ku bi eslê xwe yahudî ye Bernard Henri Levy di rojnameya Wall Street Journalê de gotareke ku êrîşa li dijî Efrînê rexne dike nivîsand. Levy dibêje: “Kurdan wek li Iraqê li Sûriyê jî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê şer kirin. Şervanên kurd ji bo ku bikaribin di nava aştiyê de bijîn li dijî terorîzmê şer kirin. Li hemberî vê bedela bêguneh niha jî ji Efrînê têne derkirin, rastî şkence û sûîqastan tên.”

ROJAVAYÎ LI
HEMBER
QAHREMANIYA KURDAN KOR IN

Bernard Henri Levy di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: “Kurdan rê li ber êrişên cîhadîst girt, lê rojavayî li hemberî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku welatê xwe wek şantaj bikartîne sê meymûnan dilîzin. Dîplomatên rojavayî li hemberî qahremaniya kurdan kor in û li hemberî dengê topê siltanê nû ku paqijiya nîjadî dike guhê xwe girtine. Bi destê xwe devê xwe girtine û propagandeya Enqereyê qebûl dikin.”

TIRKIYE WÊ
PERDEYA HESIN BIKŞÎNE SER
KURDAN

Henri Levy di dirêjiya nivîsa xwe de dibêje: “Xayîntiya kesên bi hêz a ser qelsan çîrokeke kevn e. Mixabin di nava demokrasiyan de klasik e. Rojavayî bi Erdogan re ketine bazara Faustyenî. Ev bazar pir hêsane û dewam nake. Nabe ku Tirkiye hem wek ku di nava NATO’yê de ye û hem jî wek ku li derveyê wê ye hereket bike. Eger rojavayî hişê xwe nedin serê xwe, Tirkiye di sala 2018’an de wê perdeya hesin bikşîne ser kurdan.”
Levy di dawiya nivîsa xwe de dibêje: “Bay Erdogan ji bo rojavayiyan bijarteyeke din nehiştiye. Eger em di vê mijara çareseriyê de bêkêr bimînin wê bi qetlîama kurdan rûmeta me jî têkeve bin lingan.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*