HDP li dijî faşîzmê roleke sereke dilîze

0
9

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku bi operasyonên li dijî HDP û pêkhateyên wê dixwazin kongreya di 11’ê Sibatê de pêk tê bê bandor bihêlin û got: “Em hemû kesên alîgirên aştî û demokrasiyê ne, rayagiştî ya demokratîk, kesên li dijî şerê Efrînê ne, kesên li dijî qetilkirina xwezayê ne, kesên ji kuştinên jinan re dibêjin na, bi stran, govend û tilîliyan wan vexwendin kongreya HDP’ê ya di 11’ê Sibatê de ku li Enqerê pêk tê.
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay bang li hemû kesên alîgirên aştiyê û demokrasiyê kir ku di 11’ê Sibatê de tevlî 3’emîn Kongreya HDP’ê ya li Arena ya Enqereyê pêk tê, bibin. Serpîl diyar kir ku HDP di vê pêvajoya ku hewl tê dayîn faşîzmê bikin sazî de, di têkoşîna demokrasiyê de rola serekedilîze û li dijî polîtîkayên zext, şîdet û şer, li dijî dagirkirina Efrînê dengê xwe bilind dike. Serpîlê got li dijî vê jî hikûmet hewl dide HDP’ê bêdeng bike û tasfiye bike.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*