Şerme ku cîhan li êrîşên li ser Efrînê temaşe dike

0
11

Parlamentera Partiya Keskan a Swêdê ya Parlamenta Ewropayê Bodîl Cebellos got şermeke mezine ku cîhan derve li dijî êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê bêdeng e.
Cebellos bang li Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî kir ji bo êrîşên dewleta Tirk rawestîne hewl bidin.
Cebellos û Berdevka Mafên Mirovan ên Ciwanên Nifşê Nû yê rêxistina ciwanan a Keskan Aîda Badelî bi hev re ji rojnameyea Arbetarbladetê re gotarek bi navê ‘’Cîhan çima çavê xwe ji tundiya Tirkan re digire’ nivîsîn. Di gotarê de tê gotin dewleta Tirk bêyî ku ji hêla Rojava ve navtêdanek hebe êrîş biriye ser bajarê herî ewle yê Sûriyê, zarok û jin jî di nav de gelek sivîl kuştine.
Cebellos bi bîr xist ku piştî şerê navxwe yê Sûriyê derketiye, Kurd heq jê derketine ku li derveyî şer bimînin û pergaleke demokratîk ava bikin û wiha domand: “Dema ku wan DAÎŞ ji Kobanê, Hesekê û Reqayê avêt hemû cîhanê ji wan re li çepkan da. Lê niha cîhana derve çavê xwe ji Tirkiyê re, ji êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê re digire. Ev nayê qebûlkirin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*