Tirkiye têkoşîna li dijî DAIŞ’ê sist dike

0
17

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly di mijara êrîşên Tirkiyê yên dijî Efrînê de got, kî li ber têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng be divê li derve were hiştin, divê bê qewitandin.
Parly ji radyoya France Inter re axivî û got, “Tê zanîn ku Tirkiye niha ketiye nava parçeyê bakur ê Sûriyê.”
Parly wiha dewam kir: “Armanceke Fransayê heye; têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û biserxistina vê têkoşînê. Wê çaxî li ber vê yekê asteng e û vê têkoşînê sist dike, divê bê qewitandin.”
Parly anî ziman ku ew bi fikar in şerê li Sûriyê mezintir bibe û ji rejîma Şamê jî xwest ku bomberdûmana li nêzî Îdlibê bisekinîne. Parly got, “Bêguman em dixwazin ev bomberdûman bisekine. Gelek caran hat xwestin. Her wiha em dixwazin korîdoreke însanî bê vekirin, ji ber ku yên dibin hedef mirovên sivîl in.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*