KCD`ê bang li civaka navneteweyî kir

0
16

KCD`ê bang li raya giştî ya Tirkiyeyê û hemû civaka navneteweyî kir ku li hemberî operasyonên qirkirina siyasî û êrîşa li hemberî mafê mirovan ên gerdûnî dengê xwe bilind bikin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî operasyonên qirkirrina siyasî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya KCD`ê wiha ye:
ʺOperasyonên qirkirina siyasî yên piştî darbeya 15’ê Tîrmehê hatibûn destpêkirin, êrîşa leşkerî û dagirkeriya li hemberî Efrînê, dîrokê de bûye qirkirina siyasî ya herî mezin. Yên li hemberî êrîşa Efrînê dengê xwe derdixin û li dijî şer derdikevin dibin hedefa qirkirina siyasî. Herî dawî, ji ber li dijî êrîşa li hemberî Efrînê daxuyanî dane Hevserokê DBP’ê birêz Mehmet Aslan hat girtin û Hevberdevkê HDK’ê birêz Onur Hamzaoglu, Hevseroka HDP’ê birêz Serpîl Kemalbay û Alîkara Hevserokên DBP’ê birêz Hacer Ozdemîr hatin binçavkirin û derbarê Hevberdevka HDK’ê birêz Gulistan Kiliç Koçyîgît de biryara binçavkirinê hatiye derxistin. Ev girtin û binçavkirina siyasetmedaran rewşa opersyonên qirkirinê bê hatiye çi astê radixe ber çavan.
Saziya siyasetê, wekî hemû welat mafê wan heye ku derbarê geşedan û pêşketinan de nêrînê xwe bîne ziman û raya giştî bi awayekî rast agahdar bike heye. Heke di nava civakeke demokratîk de zanyar, akademîsyen û rojnameger nikaribin nêrînên xwe yên derbarê geşedanan de bînin ziman mirov nikare li wî welatî qala demokrasiyê bike. Faşîzm ev bi xwe ye.
Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk, girtin û binçavkirinan şermezar dikin. Di serî de bang li raya giştî ya Tirkiyeyê û hemû civaka navneteweyî dikin ku li hemberî ev operasyonên qirkirina siyasî û êrîşa li hemberî mafê mirovan ên gerdûnî dengê xwe bilind bikin û bi hestyarî tevbigerin.ʺ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*