Ji bo Efrînê nimêja înê kirin

0
15

Li Silêmaniyê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker nimêja Înê hate kirin û ji bo Efrînê dua hatin kirin.
Li Parka Azadî ya bajarê Silêmanî bi pêşengiya Mele Saman Sengawî ji bo piştgiriya Efrînê nimêja roja Înê ku hate kirin, ji bo serkeftina Efrînê dua hatin kirin.
Mele Saman Sengawî ku di nimêja Înê de xudbe da, bal kişande ser dagirkeriya ser Efrînê û zilma artêşa Tirk li ser welatiyên sivîl û ji bo serkeftina şervan û gelê Efrînê dua kirin.
Her wiha Sengawî bal kişande ser hedîseyên li dijî zilm û sitemên dagirkeran û pîroziya derketina li dijî zilmê.
Di nimêja roja Înê ya ji bo Efrînê de jin jî tevlî bibûn û ji bo serkeftina Efrînê dua kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin…ROJNEWS

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*