koçberan ji bo êrîşan bikar tînin

0
14

Dewleta Tirk di dagirkeriya xwe de ti pîvan û sînoran nas nake. Dewleta dagirker ya ku bi her awayî êrîşî Efrînê dike ji alîkî de kampên koçberan dike hedef ji aliyê din ve jî koçberan weke mertalê zindî bikar tîne. Niha kampa Atmê koçberan ya girêdayî Îdlibê jî ji bo êrîşên li dijî Efrînê tê bikaranîn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çekên xwe yên giran li kampa Etma ya koçberên ji Sûriyê bi cih kirine û ji wir navenda herêma Cindirêsê û gundên wê topbaran dikin.
Kampa Etma girêdayî parêzgeha Idlibê ye û 20 km li başûrê Efrînê dikeve.
Di kampê de bi hezaran koçberên ji Sûriyê têde hene.
Têkildarî mijarê Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê koçberên kampa Etma wekî mertalên zindî bi kar tînin.
Her wiha dewleta dagirker ji bo rewa kirina dagirkeriya xwe û dîsa li ser têkçûna xwe bigire bi nûçeyên derew ku belav dike dibêje ku şervanên Efrînê roketan davêjin vê kampê.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*